Sizayê 30 şelaqlêdanê bo kedkarekî hate birîn

14:59 - 20 Adar 2017
Ajansa Kurdpa: Dadgeha bajarê Yezdê Roja Yekşemiyê bo “Mihemed Hesen Teşekorî”, kedkarekî me’idena asin a bajarê Yezdê, sizayê 30 şelaq birî.

Li gor raporên belavbûyî, sizayê herî davî ku ji wî kedkarî re birîne, 30 şelaq û 1.800 hezar cerîme jêre hatiye birîn.

Dadgeha sizadanê a bajarê Yezdê, Mihemed Hesen Teşekorî bi tawana ku ewlehiya giştî têk daye jêre siza biriye.

Birîna hukmê şelaqldanê bo kedkaran di Îranê de tişteke nû nine, weke mînak 17 karger li me’idena “Aq Dere” di bajarê Tikabê de di Parêzgeha Urmiyê de bi tawana ku wan ewlehiya giştî têk daye ji wan re sizaya 30 şelaq heyanî 100 şelaq hetibû birîn.

Hêjayî bahsê ye ku, bo 25 kargerên din jî ku daxwaza mafê xwe kiribûn, ceza hate birîn, û li cihek din jî, bo du kedkarên nanpêjiya bajarê Sineyê jî, sizayê 30 şelaqî hatibû birîn, û di sala 1393’an de li “Bendera Xomêynî” jî, ji 4 kargeran re sizayê şeş meh girtîgeh û 50 şelaq hatibû birîn.

Komara Îslamiya Îranê tu mafekê ji kedkaran re rewa nizane, û eger kesek daxwaza mafê xwe bike, wan bi tawana ku ewlehiya giştî têk didin, sizayê girtîgeh û şelq dibire.