ŞÎPELA NÛ A BINÇAVKIRINA ÇALAKÊN EREB EHWAZÊ

14:42 - 6 Tebax 2012
Ajansa Kurpda: Şîpelek nû ji binçavkirina çalakên Ehwazî bi destên Hêzên Ewlehî dest pê kiriye.

Pêka Nûçeyê gehiştî ji aliyê çalakên Mafên Mirovên Ehwazî ve, piştî bi darvekirina 4 Welatiyan, Hêzên Ewlehî Ên Komara Islamiya Îranê dest dane Şîpelek Nû ji Bınçavkirina Welatiyên Ereb li herêmên “Wêys, Zirgan, Miwîlhe û Şûşter”.

Di çen rojên bihorî de hin çalakên Çandî û Olî nemaze ji: Mensûr Eskerî, Baqir Xulamî, Sebah Şerbaz, Hemîd Elseb’ û Hakim Bin Ewîd hatine binaçvkirin.

Girtiyên han xelkên Zirgan û Milasanî bûne.

Her wisa Samir Cami’î, Ebûhemze û Yûsif Miyahî Kurê Canella Xelkê Wêys jî hatine binçavkirin.

Her di wê Pêwendiyê de Mehmûd Hemîd Kurê Etiye, Ehmed Hemîdî Kurê Etiye, Riza Hemîdî Kurê Etiye, Muslim û Hemîd Hemîdî Kurên Resûl, Mensûr Selamî Kurê Mutîr, Mihemed Hemîdî Kurê Mutîr, Ebdulla Nîsî, Ezîz Hemîd tewlî Birayên xwe Ên bi navên Neîn û Cum’e Kurên Ebdurriza û Feysel Hemîdawî Kurê Ebdul’elî hatine binçavkirin.

Hevdem tevî wan binçavkirinan jî li Ebûde û Hemdiye jî Zêdetir ji 15 kesan hatine dest biserkirin.