Sinduqa Navneteweyî ya Dirav: Nirxa bêkariyê di Îranê de wê zêdetir be
20:56 - 13 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Sinduqa Navneteweyî ya Dirav di rapora herî nû ya xwe de ragehanadiye ku nirxa bêkariyê di Îranê de, wê zêde be û bigihîje ji sedî 11.6.
Li gora nûçegihaniyan, vê nawenda navneteweyî di vê rapora xwe de, ragehandiye ku nirxa bêkariyê di Îranê de, di sala 2015’an ji sedî 10.8 bûye, û niha 11.3 ye, û di sala bê de, wê bigihîje 11.6.
Vê sinduqa navneteweyî derheq rewşa aboriya cîhanê jî ragehandiye ku vegeşîna aboriya cîhanê îsal ji sedî wê 3.2 be.
Serokê Sinduqa Navneteweyî ya Dirav sala borî ragehandibû ku sala 2016’an ji bo aboriya cîhanê saleke nexweş û sala bêhêvîtiyê ye.
Şerê navxweyî di Sûriyê de, û kirîza penaberan bandora xwe li ser rewşa aboriya cîhanê jî kiriye.
Sinduqa Navneteweyî ya Dirav herwisa nîgeraniya xwe ji encamên nîgatîv ên egra derketina Brîtanyayê ji YE neveşartiye.
Biryar e ku hevwelatiyên Birîtanyayê roja 23’ê Hezîranê di rapirsiyekê de beşdariyê bikin, ku pêwendiya wê bi berdewamî yan jî bi cih hêlana endametiya Birîtanyayê di YE de heye.
Serokê beşa aborî ya Sinduqa Navneteweyî ya Dirav ragehandiye ku ji wê demê şûnda ku dema birêvebirina referandomê hatiye diyarîkirin, sermayedar tûşî şik û gumanan bûne, û nevêrin wekî caran sermayeguzariyê bikin. Ew pêvajo dikare ku rewta vegeşîna aboriya Ewropayê û hewzeya Euroyê berbirûyê kêşeyan bike.
Karnasên vê nawenda navneteweyî texmîn dikin, ku vegeşîna aborî ya Almanyayê û welatên di çarçoveya “Euro”yê de jî kêm bûye, û tê payîn ku di sala bê de, dakeve ji sedî 1.6’ê.