Simko Xilqetî bi hêceta hevdîtin tev malbata xwe, raguhastiyê oda teke kesî kirin

12:27 - 1 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: girtiyik siyasiyê Kurd ji xelkê şarê Mihabad ku li girtîgeha Recayî Şehra Kerec de li hewsê deye, bo oda teke kesî raguhastin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Simko Xilqetî, girtiyê siyasiyê Kurd, bi hegera pişkdarî kirin li man girtina 3 rojeya girtiyên siyasiyê salona 12a girtîgeha Recayî Şehra Kerec; bi oda teke kesiya nawa girtîgehê raguhastin.

Serekaniyik agadar ji girtîgeha Recayî Şehra Kercê bi ajansa Kurdpa ragihand: ev girtiyê siyasî li roja Çarşem, 9ê Rêbendan, bi hêceta hevdîtina vi tev malbata xwe ji salona 12ê derxistine û raguhastiyê oda teke kesî kirine.

Serekaniya vê nûçê ew jî got: Simko Xilqetî bi biryara berpirsê girtîgeha Recayî Şehra Kerecê, bi hegera pişkdarî kirin li man girtina girtiyên siyasiyên vê girtîgehê bi oda teke kesi hatiye raguhastinê.

Simko Xilqetî, 25 salî, ji xelkê şarê Mihabad, li roja 28ê Befranbara sala 1388 de li dema ku endazyarê Metalojiya binka etomiya Erak li rewşa kar kirinê de bû, ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê li vê binkê de hatibû girtin.

Ev girtiyê Kurd ku derfetnama karnasiya endazyariya Metalojî ji zanîngeha Senetî Şerîfa Tehranê heye, ji aliyê dadgeha inqilaba şarê Erakê bi tawana alîkarî tev yekik ji partiyên Kurdî yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îran, bi 15 sal hewsa teizîrî, hate mehkûm kirinê.

Hukmê vî girtiyê Kurd pêşde jî ji aliyê dadgeha pêdeçonê de hate er4ênî kirin û li heyva Xezelwera îsal de , ev 15 sal hews li dadgeha bilinda welatê Îran de hate erênî kirin.

Simko Xilqetî xwedî jin û zaroke û babê zarokik 10 saliyê û midê 4 sale li girtîgeha Recayî Şehra şarê Kerec de hewsiyê û niha li vê girtîgehê de hukmê xwe dibihorîne.