Silêman; “Mûsil di navbera Kurdîstana Başûr û Kurdîstana Rojava de pirek e.”

21:37 - 13 Tebax 2012
Berdevkê Lîsteya Birayetîyê Derman Hecî Silêman, Mûsil di navbera Kurdîstana Başûr û Kurdîstana Rojava de pirek e.

Röportaj : Seyîdxan Kurij - Duisburg

Kerema xwe dikari ji bo xwendewanên me xwe bidî nasandin?

Ez erdevkê / berpirsê lîsteya Birayetîyê (KDP) yê Parêzgeha Musilê me.

Armanca we ya hatina Almanya çi ye?

Em li ser vexwendina Komela Hevaltî- Bottrop hatin Almanya. Em dixwazin li vir çavpêketinan pêk bînin û li ser rewşa sîyasî ya Iraqê, lê taybetî ya Musilê çend semîneran bidin. Dîsa em dixwazin kesayetî û demûdezgehên sîvîl û yên fermî yên kurd û almanan va têkilîyan pêk bînîn.

Tu dikari li ser rewşa Musil ya niha me agahdar bikî?

Rewşa Irag ya giştî niha ne baş e. Bi taybetî rewşa Musil hin xirabtir e. Di nav desthilatdarîya sîyasî ya Iraqê de nakokî hene. Ew nakokî li her derê welatê tesîrek nehenî dikin.

Taybetmendîyêk Musil heye. Li Musilê kêşeya kurd û ereban heye. Lîsteya ereban rê nedaye kû kurd li îdareya parêzgehê de an ji îdareya şaredarîyê de tev li prosesa biryar girtinê bin. Ango di derheqa karûbarên îdareya parêzgehê û ya şaredarîya de tesîra kurdan nabe. Lîsteya ereban rê nade kû lîsteya kurdan di girtina biryaran de rola xwe bilize. Hizmetguzarîyên kû ji alîye hikumeta merkezî va tên pêkanîn, kurd ji wana sûd nagrin. Lîsteya ereban rê nade kû kurd ji ew hizmetan para xwe werbigrin.
Kurd nikarin bibin şêrîkê tu karûbar û hizmetên Parêzgeha Musilê. Derûdora Musil piranî kurd in, lê navenda Musilê de ereb zêdetirin. Heta niha Amerîka û Hikumeta Navendî pir caran hewl daye kû ew keşeya navbera ereban û kurdan were çareser kirin, lê heta nika ew keşe ya navbera lîsteya Hedba û lîsteya Birayetî nehatîye çareser kirin. Lîsteya Hedba daxwaz dike kû hêzên peşmerge ji derûdorê Musilê werin kişandin, di şuna wan de hêzên asayiş yên Hikumeta Navendî werin cîbicîh kirin. Lê runiştwanên derûdora Musil yên kurd naxwazin hêzên peşmerge xwe ji wan deveran peşva bikşînin, lewra ew ji jîyana xwe, ji ewlehîya xwe ditirsin. Di wan deveran de hêzên peşmerge nebin komên terorîst pir hêsanî eriş dibin li ser kurdên wan deveran. Ango bê hêzên peşmerge li vir jîyana kurdan ne ewle ye.

Tu dikarî li ser bîrûbawerî, diîtin û bernameya Lîsteya Hedba agahdarî bidî? Îdeolojîya wan çîye? Nêzikî kîjan partî ne?

Ew ne partî ne, grubek in. Taybetîya wan ya esasî, tiştê esasî kû ewana anîne li cem hev dijitîya kurdan e. Ew naxwazin kurd li Iraqê xwedîyê maf û azadîya xwe bin. Bernameya xwe li ser dijayetîkirina kurdan afirandine. Durişmên propagandaya hilbijartina Lîsteya Hedbayê di hilbijartina borî de tenê yek hevok bû, ew jî “ Derxistina kurdan ji Musil û derdora wê” bu.

Ew dixwazin Iraq vegere berê 2003`yan. Bernameya wan wek bernameya BAAS`e, xwe di nav wan de gelêk kevne BAASÎ ji hene. Ew Iraqek yekpare ango unîter dixwazin, dixwazin li her derê Iraq bi giştî zi hemû parezgehê Musil di bin kontrola leşkerîya Iraq û hêzên asayiş yên Iraqê da be.

Ew dixwazin hinek biryar werin girtin dakû kevne BAASî bikaribin di Hikumeta Navendî de şîrîkdar bin.

Serokê wan kî ye? Bi kîjan hêzên sîyasî yên Iraqê va têkilîyên wan hene?

Serokê wan yê Musilê Esîl Nucefî ye. Ew birayê serokê parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî ye. Usame Nucêfî endamê Lîsteya Iraqîye ye. Ew erebên sunî ne, piranîya wan wekû min gotibû kevne BAASî ne. Ew dijî demokrasî û azadîyê ne.

Wekû tê zanin di hilbijartina 2005 an de di meclîsa Parezgeha Musilê de giranîya kurdan hebû. Lê di hilbijartina 2009 de nîspeta kurdan kêmtir bû, çima?

Wekû hûn ji dizanin piranîya sunîyên Iraqê û kevne BAASî di hilbijartinê 2005 an de li seranserê Iraqê hilbijartin boykot kirin, ango tev li hilbijartinê nebûn. Ewana nedixwast sîstema nû li Iraqê serkeve. Ewana dixwastin dîsa vegerin berê 2003 an. Lê ewana dîtin kû boykot kirina hilbijartinan pir zirar dide wan. Ji ber wê ew desthilatdarîya Iraqê ya giştî û îdareya parezgehan dur ketin. Kesên wan nikaribin li Iraqê cîhên bilind de cîh bigrin. Loma ew bi hêz tev li hilbijartinên 2009 an bûn. Di hilbijartinên 2009 an de erebên sune di meclîsa Parezgeha Musilê de piranîya kursîyan qezenc kir. Ew normal e. Lewra li Musile ereb pirin. Ji runiştwanên Musil ji sêyan yek kurd in, sêyan dudu ereb in. Li derûdora Musilê kurd pirin, lê navenda Musilê ereb pirtirin.

Musil ne bjarek Kurdîstanê ye?

Bi rastî Musil bajarek pêkvajîyanê ye. Musil berê şeş hezar sal hatîye ava kirin. Berê kû ola îslam li bajarê û derûdore belav bibe, li Musil ezidî, cihu û file bi hevra dijîyan. Gava musil di sala 637 an de ji alîyê musilmanan va hat dagirkirin, kurdên Musilê ji bajarê derketin, xwe berbi çîya va kişandin. Piranîya kurdên Musilê êzidî bûn. Di navbera kurdan û ereban şerên olî pêk hatin. Niha li navenda Musilê kurdên êzidî nemane. Piranîya kurdan li derûdora Musilê, li qeza, nahîye û gundan dijin. Wek bajar ango parezgeh mirov dikare Musilê bajarek kurdan bihesibîne. Li Musilê ereb, kurd û tirkmen û file dijin. Qezayek bi navê Telafer heye, runiştwanên vê qezayê piranî tirkmen in.

Tu dikarî rewşa demografîk ya Musilê aghadarî bidî?

Şeş qezayên Musilê hene. Ji ewana sê qeza, Şengal, Şêxan û Mexmur piranîya wan Kurd in. Hin qezayên din hene kû ji bisilmanan, êzidîyan û fileyan pêk tên. Li gundên derûdorê Musilê kurdên Şebek ji hene. Mezintirin qezaya Musilê Telafer e. Piranîya runiştwanên Telafer tirkmen in. Wekû min berê ji gotibû li navendê Musilê ereb, kurd û tirkmen û file dijin. Lê piranîya runiştwanên navenda Musil ereb in. Lewra erebên derûdora Musilê hatine li navenda bajarê bi cîh bûne. Nîspeta kurdan li Musilê ji sê yek e. Hejmara runiştwanên Musilê qasî sê mîlyon e, hejmara kurdan yek mîlyon e.

Hinek stratejîstên kurd dibejin, Musil ji bo kurdan cîhek stratejîk e. Lewra Musil di navbera Kurdîstana Başûr û Kurdîstana Rojava pirek e. Ûsa xuyaye kû li Surîyê rejîma BAAS were hilweşandin û kurd mafê otonomîyê an ji federalî ye bistînin. Wê gavê ji bo pêwendîyên her du parçeyan rola Musil pir girîng dibe. Lê gava Musil di destê ereba de be, nikare rola xwe bilîze.

Raste Musil pireke navbera her dû parçeyên Kurdîstanê de û ji bo demên dahatî rola Musil pir girîng be. Lê xwe deverên Musil kû bi Kurdîstana Rojava va sinor in, tê da kurd dijin. Îdareya nahîye û qezayên wan deveran di destê kurdan da ye, ne di destê desthilatdarîya Parezgeha Musilê da ye. Raste plan hebûn kû kurdên wan deveran ji vir derxînîn. Hem desthilatdarîya Irak hem ji ya Surîye dixwast ji her du alîyên sinorê ji kurdan paqiş bikin, lê nikaribûn vê yekê pêk bînin. Îro runiştwanên her dû alîyan ji kurd in û Başûrê Kurdîtanê de desthiltadarî

destê kurdan da ye, li Surîyê rejim were guherandin kurdên her dû parçeyê hesanî dikarin pêwendîyên xwe pêk bînin.

Di wan salên dawî li Iraqê piranîya kiryarên terorîstî li Musilê pêk tên û piranî qurbanên terorê ji kurdên êzidî ne. Çima Musil?

Partîya BAAS berê va li Musilê bi hêz bû. Piştî rûxandina rejîma BAAS li Musilê paşmayîyên leşkerên Iraq û partîya BAAS bi hêz bûn. Ewana her tim hewl didan kû rejîma berê paş va vegere. Ji ber îdeolojîya wan hedefên terora wan kurd û file ne. Helbet rola hin faktorên derveyî ji heye. Musil li ser sinora Surîyê ye, ji ber wê ji devre hêsantir alîkarî tê ji bo grubên terorîst. Ji ber kû Musil ji alîyê demografîk va ji cîhêk pirnetewî û pirolîye, grûben terorîst dixwazin gelên din birevînin, vira bikin parezgehek ereb yê homojen.

Niha leşkerên Amerîka çû. Rewşa Musilê çawa be?

Leşkerên Amerîka xwe ji Musilê vêkeşaye, li vir leşkerên Amerîka nemaye. Niha ewlekarîya parezgehê û derûdor leşkerên Iraq û peşmerge diparêzin. Amerîka berê du meha konsolosxaneya xwe ji girt. Devera kurdan bi destê pêşmergeyan tê parastin, navenda Musile ji alîyê leşkerên hikumeta navendî tê parastin.

Deverên Kurdîstanê ne li ser Kurdîstanê ye. Pêşmerge çawa ew deveran de dimîninß ew rewşek de- facto ye? Yan yasayî ye?

Pêşmerge li gor yasaya 140 di ew deverên kurd de dimîne. Li gor maddeya 140 divê ew deveran de referandum pêk were. Li gor netîceya referandum xuya bibe, ew dever bi Kurdîstanê va werin girêdan an bi Hikumeta navendî ya Iraqê va. Heta ew madde neye bi cîh kirin, ew deverên kû têda kurd dijin, peşmergê li vir bimîne.

Zor spas

Ez ji spas dikim.

Ew hevpeyvîn di rojnameya Rûdaw hejmara 138. an ya çapa ewropayê de hat belav kirin.

Jêder: Rûdaw