Serjimêriyên balkêş û metirsîdar bo sala 1395’an

20:13 - 2 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Serjimêriyên ku li ser aboriya sala bê ya Îranê belav dibin, metirsîdar in.

Rojnameya “Qanûn” Li hejmara 697’an a xwe de, û di rûpela aboriyê de, raporek têr û tejî li ser rewşa xirab û metirsîdar a aboriya Îranê bo sala 1395’an belav kir, ku wekî di raporê de hatiye, sala bê saleke pirr metirsîdar e bo Îranê.

Di vê raporê de ku ji zarê wezîrê Aboriyê ve hatiye belavkirin, rêjeya deynên dewletê pêk tê ji 500 hezar Milyard, Tûmen ku bi berçavgirtina xercê rojên dewletê ku 160 hezar milyard Tûmen e, rêjeya deynan aliyê kêm sê hember zêdetir ji rêjeya xercê rojane ye.

Derheq bi serekîtirîn çavkaniya dahata Îranê jî, WezîrêPetrolê ê Îranê jî mnirxa her bermîleke petrola Îranê bo budceya sala bê, 35 Dolar diyarî kiriye. Îran di rewşa herî baş de, dikare di rojê de, 2 milyon bermîl petrolê bifiroşe, ku di salekê de, ew rêjeya dike730 milyon bermîl, kudahata wê dike 25 milyard Dolar, ku bi vê pêkê jî dewlet ne tenê nikare deynên xwe bide, belkû nikare xercê rojane ya xwe jî dabîn bike.

Ew amara di demeê de belav dibe, ku Hesen Rûhanî heyamekê berî niha li bajarê “Rey” gotibû, ku di sala bê de, aboriya Îranê vegeşîneke baş bi xwe ve, wê bibîne, pirsek ku şik û gumana karnasên vî warî li pey xwe hebû.