Serdana ziyaretkarên neyasayî ji Îranê ve bo Îraqê, ji 500 hezarî derbas bû

20:33 - 2 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Ji du milyon Îraniyên ku ji bo bicihanîna merasîma çileya Îmam Hisên derbasî Îraqê bûne, 500 hezar kes jê bi awayê neyasayî yasayên sînorî pêpes kirine û xwe gihandine bajarê Kerbelayê.

Li gor nûçeyan, berpirsiyarên dewleta Îraqê, Komara Îslamî ya Îranê bi rêdana bi hatin û çûyîna neyasayî ya dehan hezar kes ji ziyaretkarên wî welatî ji sînoran ve tometbar dikin.

Di daxuyaniya wezareta Hundur ya Îraqê de, îşare bi êrîşa ziyaretkarên reşpoş hatiye kirin ku bi zorî û bi bêy pêşgirtina hêza sersînorî ya Îranê hatine nav xaka Îraqê de.

Parêzgarê Wasit li Îraqê de bi nûçegihaniya Royterzê re ragihandiye ku nîv milyon kes ji ziyaretkarên Îranî bi bê Vîza hatine nava Îraqê û li gorî navhatî, eva binpêkirina serweriya xaka Îraqê ye.

Herweha Wezareta Hundurîn ya Îraqê li doma daxuyaniya xwe de, pevçûna ziyaretkarên Îranî bi polîsê wî welatî û birîndarkirin wan û qetandina perjîna ser sînorên Îraqê bi awayek rijd pirotesto û şermezar kir.

Midehek berî niha berpirsiyarê rêxistina Hec ya Îranê, nûçeya girtina bi dehan gurûpên ziyaretkar ên ji bo çileya Îmam Hisên li bajarên Îraqê de ragihandibû.

Bi salan e ku hikûmeta Îslamî ya Îranê bi awayek sîstimatîk, cehda mifah standina siyasî ji merasîma mezhebî ya çileya Îmam Hisên bo meremên siyasî ên xwe di pêxema xurtkirina îdeolojiya hakimiyeta îslamî ya Îranê li Îraqê de dide.

Ev merasîm li deşta Kerbelayê de birêve diçe û yek ji rêûresmên ayînî ên herî qerebalix ên şîeyan e.