Sê Welatiyên Girtî Ên Alîgirê Ola Yarsan Di Çarenivîsek Ne Diyar De Ne

12:25 - 10 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Piştî derbazbûna nêzîkê mehekê li ser destbiserkirina sê welatiyên Kurd ên bajarê Kirmaşanê, tu zaniyariyek derheq çarenivîsa wan ne li berdest e.


Seyid Mihemed Ekberî, Xeyrulah Heqcûyan û Seyid Ferhad Zulnûrî ku roja 18.11.2011-an ji aliyê hêzên ewlehî ên bajarê Kirmaşanê hatin destbiserkirin, hêj di rewşek ne ron de ne.
Li gor nûçegihaniya Herana ev sê welatî li dema beşdarîkirin di dehemîn salvegera koça dawîn ya Seyid Xelîl Alî Nejadm, yek ji kesayetiyên herî mezin di nav ola Yarsan, li bajarê Sehne hatine destbiserkirin.
Roja 17.11 îsal serbarê gefxwarinên hêzên ewlehî jimareyek ji alîgirên ola yarsanê di rêûresma dehemîn salvegera Xelîl Alî Nejad de beşdarî kirin.