Sê penaberên Kurd di welatê Yunanê de dest avêtine bi gireva birçîbûnê

13:21 - 1 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Sê penaxwazên bajarê Merîwanê, bi sedema xirabiya rewşa wan di welatê Yunanê de, dest avêtine bi gireva birçî bûnê.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegehaniya “Kurdpa”yê, 3 penaberên Kurd yên bi navên “Selah Nîkxah, Se`idî Kakexanî û Elî Destûr“ yên xelkê bajarê Merîwanê, bi sedema xirabiya rewşa wan di welatê Yunanê de, dest avêtine bi gireva birçî bûnê.

Ew sê penaberên Kurd, heyama du meh beriya niha, di dema derbasbûn li avên yunanê, ji aliyê polêsên Yunanê ve hatine desteserkirin.

Ew sê penaberên Merîwanî, piştî desteserkirina wan heya niha nehatine dadgehîkirin, û bi bê lêkolîn di girtîgeha bajarê “Kurîntus” a welatê Yunanê de ne, û her bi wê sedemê, heyama sê roje gireva birçîbûnê girtine.