Rojê 10 kes bi şewitînê canê xwe ji dest didin

22:45 - 15 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Di ranê de Rojê 10 kes bi şewitînê canê xwe ji dest didin, ku piraniya wan ji malbatên desteng in.

Mihemed Cewad fatimî berpirsê nawenda lêkolîna şewitînê di zankoya zanistên pizişkî de ragehand: Her roj 10 kes di Îranê de bi şewitînê can xwe ji dest didin, û rêjeya şewitîna wan di navbera 10 -15 hemberî navgîna cîhanê ye.

Navbirî şewitîna wan kesan di Îranê de girê da bi pirsa destengiyê û got ku piraniya wan hejar in.

Mihemed Cewad fatimî berpirsê nawenda lêkolîna şewitînê di zankoya zanistên pizişkî de di doma gotinên xwe de ragehand: Di heyama 40 salan de tenê nexweşxaneye jib o şewitînan di Tehranê de hatiye avakirin, û heya niha jî tu nexweşxaneyeke din div î bajarî de bi şewitînan nehatiye avakirin, û ew nexweşxane jî kevn e û nehatiye nûjen kirin.

Navbirî herwisa got: “Li gora pêşbîniya Wezareta Tendirustiyê heya dawiya sala 1394’an dibe 2 hezar û 400 text ji bo nexweşên ku laşê wan şewitî be hebûya, lê niha tenê 886 tex li Îranê d eji bo wan kesan heye”.