Rewşa tendirustî ya hepsiyekî siyasî ê Kurd di girtîgeha bajarê Urmiyê de nebaş e

17:53 - 30 Kanûna Paşîn 2020

Rewşa tenduristî ya hepsiyekî Kurd yê bi navê “Siyamek Eşrefî” xelkê gundê “Welinde” ya ser bi bajarê Urmiyê nebaş hatiyê zanîn.

Navbirî bona nerizayetî nîşandan li derheq azadkirina bê merc û bêrêzî kirina fermanbererê taya 9 a berêveberê tawanên dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê, dest avêtibû bi gerêv girtinê.

Ew hepsiyê siyasî ê Kurd, roja Sêşemî 1`ê meha Rêbendanê, dest avêtiye bi girev girtina birçîbûnê û ragihandiye, ku heya dema cîbicîkirina xwestên xwe, dê dest ji girevgirtinê ber nede.

Daxwazkariyên azadiya bê merc a wî hepsiyê Kurd ji aliyê taya 9 a berêveberê tawanên dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê ve hatibû redkirin, û navbirî daxwaza pêdaçûn li ser daxwazên xwe kiriye.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar di girtîgeha bajarê Urmiyê de, ew girtiyê sîyasî bi sedema gireva birçîbûnê, tendirustiya wî rastî metirsiyê hatiye.

Herwisa wê çavkaniyê gotî ye, heya niha berpirsên girtîgeha bajarê Urmiyê ji derheq girevgirtina wî girtiyê siyasî kimtir xem bûne.

“Siyamek Eşrefî” berê endamê yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê bûye, û di meha Cozerdana sala 1395`an de, piştî vegerîna wî bo Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate binçavkirin û piştre ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê ve, bi 5 sal û 8 meh hepsa te`izîrî hate cezadan.

Ew hepsiyê siyasî 3 sal û 8 meh e ku di girtîgehê deye.