Rewşa Dawîn a Xusro û Mesûd Kurdpûr li zimanê Parêzerê wan

17:01 - 11 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Bi armanca dudaçûn li ser rewşa dawî a dosiyeya birayên Kurdpûr, ajansa nûçegihaniya kurdpa dimaneyek taybetî tevî parêzer û Esed Kurdpûr birayê wan du rojnamenivîsê zîndanî kirî pêkanî.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Ebas Cemalî parêzer wan du birayên rojnamenivîs yê Kurd di hevpêvînekê de bi ajansa Kurdpa ragehand: Seva vê yekê ku heya niha birayên Kurdpûr di bin çavdêrî û lêkolîna Îdareya Îttlat dane,min nekariye bi awayek fermî parêzeriya wan wergirim.

Parêzerê Mesûd û Xusro Kurdpûr base vê yekê kir ku tawana wan du birayên Kurd heya niha bi me nehatiye ragehandin,lê Îdareya Îttlat heya niha lêkolînê ji wan dike.

\"11959.jpg\"
Cemalî base vê yekê kir ku birayên Kurdpûr heta niha di bin lêkolînê dene û em nizanin tawana wan çiye? Yan belgeyên Îttlatê çine ku ev girtine ? her seva v; yek; heya l;kol’na “dareya “ttlat; tevaw nebe nahêlin em serdana wan bikin.

Her wisa di pêywendiyek telefonî de Esed Kurdpûr birayê Mesûd û Xusro Kurdpûr di hevpêvînek telefonî de bi ajansa Kurdpa ragehand: heyamê çend rojane ku jibo diyar bûna dosiyeya wan û rewşa wan ya saxlemiyê min serdana dadgeha Înqilaba bajarê Mihabadê kir, lê qaziyê dadgehê bi min ragehand ku tenê em bersiva parêzerê wan dêbidin û tenê ew ji qiseyên me têdigehe.

Birayê wan du çalakên çandî base vê yekê jî kir, heya niha çendîn car me daxwaz kiriye ku em serdana wan bikin û serbarî razîbûna berpirsyarê dosiyeyê, lê li dema serdana me bo Îdareya Îttlat li gel bersivên wek : Birayên we li cem me nînin û yan dive li sere de tevî me havahengî bihê kirin rûbirû bûne.