Renge li Îranê de %75 ji mesrefa kirîna dermanan bikeve stûyê xelkê de

16:27 - 9 Nîsan 2012
kurdpa: Cihgirê Komîsyona Tendurustî û Derman li parlementoya Îranê de tevî îşarekirina bi kêmiya budceya 2500 milyardiy vê wezaretê ragehand: Budceya ku hatiye danîn ji nirxa helawsan (tewerom)ê kêmtir e.

Ji aliyek din ve cihgirê wezareta Tendurustî û Derman bi nûçegihaniya Îsna ragehand ku heya dawiya vê mehê nirxa dermanan li navbera ji sedî 16 heya 25’ê zêde bike.