Rejîma Îranê neçar e ku pere bide kurê Şapûr Bextiyar
19:45 - 8 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Dadgeheke Amerîkayî rejîma Îranê bi vê mehkûm kir ku dibe bi sedema terora Bextiyar di sala 1991’an de, pere bide kurê Şahpûr Bextiyar.
Li gora nûçegihaniyan, deh qurbaniyên êrîşên terorîstî ên rejîma Îranê, niha dikarin bi qasî 2 milyon û 800 hezar Dolarî pere ji şîrketeke şexsî ya çêkirina çek û teqemeniyan bistîne, ku ew şîrket perê hikûmeta Îranê li cem wê heye. Yek ji wan qurbaniyan kurê Şahpûr Bextiyar e.
Şahpûr Bextiyar ku ji qurbaniyên êrîşa terorîstî ye, di 15’ê Gelawêja sala 1370’î (1991)’an de, tevî munşiyê ofîsa xwe bi navê Sirûş Ketîbe li derdora Parîsê ji aliyê tîmeke sê kesî ve hate kuştin. Kurê serokwezîrê pêşîn ê Îranê, ku hevwelatiyê Amerîkayê ye, piştî vê ku bavê wî hate terorkirin, li ser rejîma Îranê di dadgeheke Amerîkayî de şikayet (sikala) kir.
Cuda ji malbata Bextiyar neh qurbaniyên din jî ew kes in, ku di dema teqîna li Urşelîmê, di sala 1997’an de karîbûn xw erizgar bikin.