Rejîma Îranê gefa êrîşa leşkerî li Îmaratê kir

15:22 - 20 Nîsan 2012
kurdpa: Fermandê giştî ê hêza bejahiyê ê arteşa Îranê ragehand ku heke pirsa girava Ebûmûsa ji riya dîplomasiyê ve nehê çareserkirin, ew dê vebijêrka leşkerî bînne ber bas.

Ehmedriza Pûrdestan herweha ragehand ku tu welatekê mafê vê yekê tuneye ku destêwerdana di nav vê pirsê de bike, û heke Îmarat di vî warî de pêdagiriyê bike, emê jî hêza xwe ya leşkerî nîşan bidin, ji aliyek din ve wezîrê derve ê Îmaratê ragehandiye ku îdiayên hikûmeta slamiya Îranê li warê dostatiya bi cîranan re bê bingeh e.

Navbirî herweha ragehand ku serdana serkomarê rejîma Îranê bo vê girawê rats tê wateya tûjkirina cîranan.