Rejîma Îranê bi hinceta Hilbijartinan, Înternetê Kontrol Dike

13:56 - 8 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: li gorî zaniyariyan Di demekê de ku roja hilbijartinan li Îranê nêzîk dibe, rejîma Komara Îslamî înternetê kontrol dike.

Bi nêzîkbûn bi hilbijartinên Serokkomariya Îranê û tevî vê yekê ku piraniya hêz û aliyên Îranî û Kurdistanî hilbijartinên Serokkomariya Îranê baykot kirine, dewleta Îranê sev pêşgirtin li çelengî û xebatên rojnamevanan, dest bi kontrola Întêrnêtê kiriye. Înternet bi şêweyekê sist bûye ku rojnameyeke Îranê dinivîse “Înternet kete komayê.

Her wisa dewleta Îranê heymeke ku bi awayên cûr bi cûr êrişî ser emailên çalakvanên siyasî û sivîl li Îran û derveyî Îranê dike û dixwaze bi hek kirina wan,destê xwe dane ser zaniyariyên emailên wan û control bike.

Li heyamê çend mehên derbas bûyî de çendîn email û malpêrên opozisyona Îranî wek malpera pêşmergekan ji aliyê kesên ser bi dewleta Îranê hatin hek kirin.

Jiber kontrolkirina înternet û sansorkirina medyayê, gelê Îran û heta kandîdên serokatîyê neçar in ku jibo nûçe û pêzanînan bitenê berê xwe bidin medyaya ser bi rejîma Îranê.