Rê nehat dayîn ku Komara Îslamî here civîna “Hevkariya Îslamî”

22:40 - 29 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Piştî ku Erebistana Si’ûdî rê neda ku şandeya Komara Îslamî di cîvîna “Hevkariya Îslamî” ya li bajarê “Cedê” pişikdar be, Komara Îslamî ragehand ku wê dengê nerazîbûna xwe bigihîne cihên hewce.

Rêkxistina “Hevkariya Îslamî” ji 57 welatên Îslamî pêk tê û, di sala 1969’an li bajarê Cede ya Erebistana Si’ûdî pêk hat, û baregeha sereke ya vê saziyê jî, her li bajarê Cedê ye.

Civîna rayedarên paye bilind ên saziya “Hevkariya Îslamî” rojên 28 û 29’ê Şubata sala 2016’an bi serokatiya Turkiyê tên lidarxistin.

Her di vê derheqê de “Hemîd Be’îdî Nijar” ê birêveberê siyasî û navnetewî a wezareta derve ya Komara Îslamî ragehand ku, her biryarek ku bê pişikdariya şandeya siyasî a Komara Îslamî ya Îranê bê dayîn, ne fermî ye û xwediyê tu hutbarekî nine.

Navbirî herweha ragehand ku em hêvî dikin, Erebistana Si’ûdî bi siyasetek “Waqi’bînane” vê derfetê bi afirîne ku, saziya “Hevkariya Îslamî” di cihê vê de xwe mijûlî mijarên lawekî û ne grîng bike, tekezê liser mijarên weke cîhana Îslam û, Felestîn û terorîzm û, şerê tayifî û arîşeyên hevpar ên cîhana Îslamê, bike.

Piştî êrîşa hinek kesên ser bi Komara Îslamî ya Îranê êrîş birin ser nawendên dîplomatîk ên Erebistanê li herdu bajarên Tehran û Meşhedê, Erebistana Si’ûdî tewahiya têkiliyên xwe ên dîplomatîk tevî Îranê qetandin, û piştre çend welatên din ên herêmê jî, bona piştevaniya ji Erebistanê û pirotestokirina kiryarên Komara Îslamî, têkiliyên xwe tevî Tahranê dan sekinandin.