Ravêjkarê Malikî: Vekişandina Hêzên Amerîka Pêwendî Bi Biryara Îranê Hebû

12:27 - 17 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Ravêjkarê serokwezîrê Iraqê eşkere kir, hikûmeta Iraqê li ser biryara hikûmeta Îranê, rê neda ku hêzên Amerîka li Iraqê de bimînin.


Nûçegihaniya Ruytirz li ser zimanê Sed Yusif El-Metlebî, Ravêjkarê Nûrî Malikî, Serokwezîrê Iraqê belav kir ku hikûmeta Îranê bandorek berçav hebûn di pesendnekirina rêkevtina mana hêzên Amerîka piştî sala 2011-an li Iraqê de.

Pêka rêkevtina navbera Iraq û Amerîka de diviya arteşa Amerîka heta dawiya sala 2011-an de Iraqê bi cihê bihêlin.

Nûrî Malikî, ragihandiye ku vekişana hêzên Amerîka li Iraqê de nîşaneya serxwebûna siyasî ya hikûmeta Iraqê ye.