Raporta heftiyane a berpê kirina mafê mirov li herêmên Kurd rûniştiyên Îran 1392-04-29, 2013-07-25

15:29 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa:Bi amanca zêdetir eşkere kirina berpê kirina mafê mirov li herêmên Kurd rûniştiyên Îranê her heftî carik bi raportik bi navê “ Riwangeyî Hefte” an Awira heftiyê, ser berpê kirina mafê mirov diweşîne.

Raporta sêyim a heyva Pûşper de: awirik bi 12 car perpê kirina mafê mirov li herêmên Kurd rûniştiyên Îran didin ku 2 rewşê kuştin û birîndar kirina kolberên Kurd, rewşa xiraba 7 girtiyên siyasiyê Kurd û bang kirin û girtina 3 hevwelatiyên Kurd li xwe digre.

\"14073.jpg\"


Kuştin û birindar bûna 2 kolberên Kurd bi şêlikiya rasterasta hêzên mîlîtariyên hukûmeta islamiya Îran :

Roja yekşem 23ê Pûşper, 2 kolberên Kurd bi navên “ Qurban Şêyxî”ê 28 salî û “ Şoriş Şêyxî”ê 33salî kurên Rehman, bi şêlikiya rasterasta hêzên mîlîtariyên hukûmeta islamiya Îranê can jiwan hat sitandin.

\"14071.jpg\"
Yekik ji nêzên malbata wan 2 hevwelatiyên Kurd bi nûçegihaniya Kurdpa ragihand,ku “ Qurban” paşî birîndar bûnê, ji aliyê hevalên wî hewla xilas kirina wî dane, lê sertaze tûşî şêlikiya dubare a wan hêzane bûne û çend gullê din lê ketina û li sedem cîde canê xwe ji dest daye.

Ew 2 kolberê Kurd birayê hevin û ji gundê “Gewlan”a şarê Serdeşt bûn ku li ciyik bi navê “ Dola Zeritke” li pişt gundê “ Dolebî” li ser xaka serheda Serdeşt tûşî wê qewmayê bûn.

Her wisa roja pêncşem, 27ê Pûşper, li nawça “ Hewargeha Cîrançip” li sedema şêlikiya hêzên intizamî de 20 ser hespên baran hatine kuştin.
Ji aliyik din de her wisa zêdetir ji 100 hespên baran yên kolber û kasibkarên nawça Ormî, bi şêlikiya hêzên intizamî hatine kuştin.

Bi gotina hevwelatiyên vê nawçê, bêna kelexê wan hespan nawçe dagirtiye û rengeyiya belaw bûna çendîn nexweşiyê metirsîdar heye.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîka ajansa Kurdpa, li midê 4 heyvên despêka îsal, 14 kolberê Kurd hatine kuştin ku 11 ji wan bi şêlikiya rasterasta hêzên intizamiyê hatine kuştin û 16 kesên din jî birîndar kirine.

Rewşa xiraba girtiyên siyasiyê kurd li heftiya borî de

Zanyar Moradî, girtiyê siyasiyê Kurd ê mehkûm bi êidam bi hegera pêre negihîştina midîkal, tendurustiya vî li rewşik xirabe.

\"14052.jpg\"
Zanyar Moradî, girtiyê siyasiyê Kurd ê mehkûm bi êidam
Zanyar Moradî, girtiyê siyasiyê Kurd ê mehkûm bi êidam
Ew girtiyê siyasiyê Kurd li sedema îşkencê, hestiyên pişt, çok û endamên nêritiyê tûşî jan bûne û her wisa bi hegera nebûna çavdêriya midîkal ku mideyik pêş niha bi xercê malbata xwe hatibû niştergirî kirin, tûşî rewşik xirab bûye û berpirsên girtîgehê ji çareser kirina nexweşiya vî xwe radiguhozin.

Zaniyar Moradî 3 sal pêş niha tev Loqman Moradî bi tawana hevkarî tev yekik ji partên kurdî yên opozisiyon a hukûmeta islamiya Îran ji aliyê hêzên ewlehiyê hatin girtin.

Ji aliyik din de 4 girtiyên siyasî li girtîgeha Ormî û şarê Qurwe bo qerentîna nawa girtîgehê hatine raguhastin.

Roja duşem, 22ê Pûşper, 3 girtiyên kurd bi navên “ Mihemed Emîn Ebdullahî, Cehangîr Badozade û Yûsif Kake Memî” li naw benda girtîgehê bi qerentîna wê raguhastine.

Mihemed Emîn Ebdullahî bi tawana hevkariya dîrekt tev yekik ji partên kurdî bi 18 sal hewsa teizîrî û dûr xistin bo girtîgeha Tebes mehkûm kirine.

Hev dem Cangîr Badozade bi tawana hevkarî tev partên kurdî bi hewsa hetayî û Yûsif Kaka Memî jî bi tawana hevkarî tev partên kurdî bi 6 sal hews mehkûm kirine.

Her wisa li raportik de ku weşiye, girtiyên siyasiyên kurd li girtîgeha şarê Qurwe bi navê”Heyder Reşîdî” bi hegera protisto kirina riftara nemirovaniya berpirsên girtîgehê, bi oda teke kesî raguhastine.

Heyder Rşîdî 4 sal pêş niha bi tawana hevkarî tev yekik ji partên kurdî yên opozîsiyona hukûmeta isalamiya Îranê bi 6 sal hewsa teizîrî mehkûm kiribûn û bi wê hindê ku qewla berpisên hukûmetî bo kêm kirina hukmê wî, heya niha jî hukmê pêdayî her weke xwe maye.

Neroniya çarenûsa Simko Xilqetî, girtiyê siyasiyê Kurd


\"14053.jpg\"
Simko Xilqetî, 34 salî xelkê Mihabad
Simko Xilqetî, 34 salî xelkê Mihabad, 5 heyv pêş niha SIMKO Xilqetî ji aliyê hêzên ewlehiyê bi benda 209a girtîgeha Êvîn ê hat raguhastin, lê heya niha çi agadariyik ji çarenûsa vî girtiyê Kurd ber dest çinine.

Simko Xilqetî, 34 salî û xelkê Mihabad, 28ê Befranbara sala 1388 li şarê Erak hat girtin û paşî bi tawana hevkarî tev yekik ji partên Kurdî yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îran bi 15 sal hewsa teizîrî mehkûm kirin.
Simko Xilqetî li kutayiya heyva Reşema sala borî de bi zora hereşan a wizareta ewlehiyê ber bi kamêra neçar itirafan kiriye ku li kanala ingilîsî zimana “ Press TV” ya wizareta ewlehiyê kiriye.

\"14072.jpg\"


Welat bi cî hêlana binemala xebatkarê siyasiyê Kurd


\"14057.jpg\"
Hamid Beratî
Jin û 2 zarokên Hamid Beratî bi hegera bandora bi doma hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê bi neçarî rû bi Herêma KURDISTAN kirin.

Hamid Beratî, 22ê Cozerdana 1389 ji aliyê ajanên dezgeha ewlehiya şarê Seqizê hat girtin û paş 20 rojan ragirtin li wê dezgehê de bi danîna barmita 50,000,000 tûmenî ku qebala mala wan bixwe bû, ji girtîgehê berdan.

Ev xebatkarê Kurd li 4ê Sermaweza sala 1389a rojî de bêyî hazir bûn li dadgeha şorişa şarê Seqiz, bi tawana hevkarî tev yekik ji partên kurdî, bi 5 sal hewsa teizîrî hat mehkûm kirin û paşî li 15ê Reşema wê salê de hukmê navbirî li dadgeha pêdeçonê li şarê Sine hat piştrast kirin.

Bang kirin û girtina hevwelatiyên Kurd li heftiya borî de

\"14056.jpg\"
21ê Pûşperê hevwelatiyik bi navê “Mihemed Qebûlî” hevwlatiyê Yarsan, xelkê şarê Zencan paşî gotar bêjî li resma çillê wefata “ Nîkmer Tahirî” ji aliyê hêzên ewlehiyê hat girtin û bo wê dezgehê hat raguhastin.

Bi dû girtina vî hevwelatiyê Yarsan ê xelkê Zencan, hejmarik berçav ji hevwelatiyên Kurdê Yarsanê xelkê şarê Sehne ber derê dezgeha ewlehî û ber Fermandariya vî şarî de kom bûna nerazitiyê anîn pê.

Li 14ê Cozerdan, “ Hesen Rezevî” seba bêrêzî kirina hêzên ewlehiyê bi ayîna Yarsan, agir berda bedena xwe û paşî li 21ê Cozerdan, canê xwe ji dest da.

Bi dû wê qewimiyê, Nîkmerd Tahirî ji xelkê Sehna Kirmanşanê, li 15ê Cozerdan her li cê qewimiyê de, bi hebûna xulyaqet û kameraman(fîlm gir), agir berda bedena xwe û cîde canê xwe ji dest da.

Bi dû van qewimiyan, roja yekşem 19ê Cozerdan, hevwelatiyên Kurd li Kirmanşan seba sivikatî kirina hêzên ewlehiyê bi bawirmendên Yarsan yên Kurd, xwenîşandanik berpan ber derê parêzgariya Kirmanşan bi rê birin.

Girtina endamik şoraya yekik ji gundên Ormî

\"14055.jpg\"
Ferdîn Mehrab yekik ji endamên nû bijartiyên şorayyên gundê “ Şeytan Ava” ser bi Ormiyê bi tawana hevkarî tev
Yekik ji partiyên kurdî yên opozisiyona hukûmeta islamiya Îran girtin û bi girtîgeha ewlehiya şarê Ormî, raguhastin.

Bi gotina kesên agadar” Ferdîn Mêhrab” ji aliyê “ Heyder Elî” hevwelatiyik Azerî bi alikarî tev partên kurdî hatiyê tawanbar kirin.

Tê gotin ew hevwelatiyê Azerî bi hegera hindê ku li hilbijartinê de deng pêwîst neaniyê, bi alikariya çend kesên ji sipaha pasdaran bo sepandina wê tometê, wajo kom dikin.

Bokan – girtina hevwelatiyik Kurd

Roja Şemî, 22ê Pûşper, hevwelatiyik bi navê “ Yûsif Salihzadê” 34 salî û kurê “ Kerîm hacî Sale”, ji aliyê hêzên ewlehiyê li mala vî bixwe li Bokanê de hat girtin û bi ciyik nekivş hat raguhastin.

Hêzên ewlehiyê her wê wextî dest danîn ser komputer, mobile û komik ji kitêbên wî yên kesîn.

Heya dema weşana vê nûçê zêde ku binemala Yûsif Salihzadê ser çarenûsa kurê xwe, hêzên ewlehiyên hukûmeta islamiya Îranê hegera girtin û cê ragirtina navbirî ra negihandine.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîka ajansa Kurdpa, ji despêka îsal heya niha 85 hevwelatiyê Kurd li nawçên Kurd rûniştiyên Îranê ji aliyê hêzên asayiş û hukûmî hatina girtin.

Dezgeha ewlehî, rêxiravên girtîgehên Recayî Şehr, Ormî, hêzên intizamî û gardên sinûr, ew rêxiravên hukûmîne ku destê wan li 14 rewşê berpê kirina mafê mirov li nawçên Kurd rûniştiyên Îranê de bûne.

Serekanî :
Ajansa nûçe gihaniya Kurdpa
Kempêyna piştgirî ji girtiên polîtîk û şaristanetî
Malpera Kurdistan midia
Ajansa Mukriyan