Qutbûna înternêtê li Kirmaşanê xelk di gel kêşeyan berbirû kiriye

14:52 - 15 Şibat 2012
Kurdpa: nebûna bilzî û qutbûna înternêtê li parêzgeha Kirmanşanê li îdarên dewletî hemwelatî bi kêşeyan re berbirû kirine.

Di çend rojên borî de nebûna bilezî û qutbûna înternêtê li parêzgeha Kirmaşan weha kiriye ku nawendên dewletî amade nebin ku xizmetguzariyê bidin hemwelatiyan.
Nûçegihanên navxwe ên welatê Îranê bilav kirin ku li bajarê Kirmaşanê de eriyê piraniya kafînêtan û kompanyayên înternêtî hatine daxistin û heya niha nawendên pêwendîdar tu hewlek di vê derheqê nedane.

Kêşeya înternêtê li parêzgehên rojawayê Îranê kar kiriye ser sîstema bankî û hemwelatî jî ji vê kêşeyê bê par nebûn.

Her di vê derheqê de bikarînerên înternêtê nekarîne mifahê ji wêbger û postên elektironî wergirin.

Berpirsyarên nawena lêkolînên meclîsa Îslamiya Îranê ew pêvajoya wek ezyet û azara xelkê wesif kiriye.

Her du kompanyayên Moxabirata Îranê û pêwendiya seyar ku ser bi nawendên ewlehî û leşkerî ên hikumeta Îslamiya Îranê ne, beşa herî zaf ji dahata Înternêtê werdigrin.