Qehremanê “Zoranbazî” ya Îranê li rikeberiyên Asiyayê, pereyên kirîna bilîta hatinê tunebû

21:27 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Rahênerê tîma “Zoranbaziya Ferengî” ya Îranê ragehand ku, lîstikvanê zoranbazî ya parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, kariye ku li ser asta Asiyayî pileya yekem, wate medaliyaya “Zêr” bi dest bixe, lê pereyê kirîna bilîtê nebû ku vegere bajarê xwe.

Elî Eşkanî rahênerê tîma “Zoranbaziya Ferengî” ya Îranê ragehand ku, lîstikvanê zoranbazî ya Îranê Omîd Aramî, serbarê temenê xwe yê kêm, bi sedema hejarî û destengiyê, neçar e ku bona her kêberkêyekî 24 demjimêran bi otobûsê here.

Rahênerê tîma “Zoranbazî Ferengî” ya Îranê ragehand ku, dema ku mirov dirûnê, û guh li gotinên Omîd Aramî û kesên weke wî digire, seba rewşa xirab ya werzişvanên Îranê, giriya mirov tê.

Elî Eşkanî ragehand ku di vê gerra kêberkêyan de, welatên weke Qezaqistan, Qirqîzistan û Hindustanê, di her kêşekî de 2 lîstikvan ji xwe re anîbûn, lê me (Îran) bi sedema arîşeyên malî di her kêşekî de tenî lîstikvanek biribû.

Eşkanî tekez kir ku rewşa malî ya me bi qasekî xirab e ku me nekarî “Qiranekî” weke xelat bidin wan lîstikvanan ku medaliyaya Zêr bi dest anîbûn, eva di demekî de ye ku hemû welatên cîhanê hesreta hebûna lîstikvanên weha dixwazin, lê mixabin berpirsyarên dewletî ên Îranê, tenê spasiyek jî li wan nekirin.

Eva di demekî de ye ku tîma zoranbazî ya Îranê di vê gerra xwe ya li ser asta Asiyayê de kariye ku, 6 medaliyayên Zêr, 1 medaliyaya Zîw û 1 Boronze bidest bixe.