Polîsê Birizîlê: Dîplomatek Îranî seba azardana cînsî a zarokan hate girtin

15:31 - 19 Nîsan 2012
Kurdpa: Polîsê Birizîlê ragehand ku Du kes ku yek ji wan dîplomatek Îranî ye, li dema azardana cînsî ya du keçên temen 7 û 15 salî li yek ji melewangehên wî welatî de hate girtin.

Polîsê Birizîlê heya niha şûnasa vê dîplomatê ranî bilav nekiriye, û li gorî yasayên dîplomatîk, dîplomat bi sedema vê ku mesûniyeta qezayî hene, carê ahê dadgehî kirin, lê dosyeya wê ji bo wezareta derve a Birizîlê hatiye şandin.

Lê malpera Elerebiye nêt, navê vê dîplomatê Îranî “Hişmetolah Xrbanî” ragehandiye ku temenê wî jî 50 sal e. Û yek ji rawêjkarên hiqûqî ê balyozxaneya Îranê ye li welatê Birizîlê.