Piştevaniya Îranê ji terorîzmê 46 milyard Dolarî li ser wî welatî tewaw dibe

20:33 - 13 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Hikûmeta Îranê bi sedema piştevaniya ji terorîzmê egera vê heye ku bi qasî 46 milyard Dolarî ji aliyê Îranê ve bê cezakirin.
Li gora raporekê ku rojnameya “Şerq El-ewset” belav kiriye, egera vê heye ku ku bi sedema vê ku hikûmeta Îranê piştgiriyê dide terorîzmê, ji aliyê Amerîkayê ve 46 milyard Dolarî bê cezakirin.

Herçend ku Îran bi vegerandina rewşa siyasî û borî digel Rojava dilxweş e, lê egera vê heye ku Îran bi sedema piştevaniya ji terorîzmê neçar be cezayê xwe bikêşe.

Dadgeheke Amerîkayê di hukmeke dadweriyê de hikûmeta Îranê wekî piştevanê terorîzmê daye nasandin.

Hinek ji dadgehên Amerîkayê, Îranê wekî berpirs û piştevanên terorîzmê didin nasandin û ew yek jî bûye sedema vê ku Îran piştî rakirina enbargoyên aborî ên Rojava û Amerîkayê 46 milyard Dolarî weke cezakêşana şer bide.

Hikûmeta Îranê di meha Cozerdana sala borî de, digel welatên Sûriye û Kûba û Sûdanê, li rîzbenda piştevaniya ji terorîzmê de, ku her sal ji aliyê Wezareta Karûbarê Derve ya Amerîka ve tê belavkirin, cih digrin, û wekî rejîmek navê Îranê hatiye ku piştevaniyeke zêde dide terorîzmê.

Wezareta Derve a Amerîka di rapora xwe ya sala 2014’an de ragehandibû ku di sala 2013 de, piştevaniya ji terorîzmê bi awayekî kêm maînak li çav 20 salên borî zêde bûye.