Pişikdariya 4 xwendevanên Kurd li Ulempiyadên zanistî yên Îranê

20:38 - 26 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: 4 Xwendevanên Kurd yên xelkê bajarê Sinê karin qunaxa dawîn ya Ulempiyada zanistî ya Îranê de pişikdar bin.




\"13496.jpg\"
parasa ragehandinî ya Îdareya Perwerde ya parêzgeha Kurdistanê bilav kir ku 4 xwendevanên bilîmet yên xwendingeha “Bihêştî” ya bajarê Sinê binavên : Mihemed Areşîzernişan” û “Emîr Mihemedî Wehdanî li rişteya “Bayolojî” û Kiya Îrandost û Sa’id Husêynî li rişteya “Kîmya” de karîn li qunaxa dawîn ya Ulempiyada Îranê de pişikdariyê bikin.


\"13495.jpg\"
Taqîkariyên han li 7 rişteyan de wek: Bîrkarî, Fîzîk, Kîmya, Bayolojî, Jîngenasî, Kompiyutêr, Wêje û Sitêrk nasî de birêveçû û li her riştê de 40 heya 60 qutabî pişikdar bûn ku li dawiyê de 4 xwendevanên xwelkê bajarê Sinê serkevtin bidest anîn.

Her wisa çend rojan beriya niha “Emîr Riza Xulamî” xwendevanên bilîmet yê xelkê bajarê Abdananê karî li Ulempiyada giştî ya xwendevanên Îranê de pişikdar be.