Panela Zimanê Kurdî li Tehran`ê

13:19 - 6 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Civaka Kurdên rûniştiyê Tehranê simînarekê li ser xesarnasiya zimanê Kurdî birêve dibe.

Elî Paksêrêşt rêveberê vê simînarê di hevpêvînek telefonî de bi ajansa kurdpa ragehand: Civaka Kurdên rûniştiyê Tehranê bi armanca bas kirina aliyê zimanê Kurdî, xesarnasiya Ziman û her wisa rewşa niha ya zimanê Kurdî li Îranê de, simînarekê birêve dibe.

navbirî basê vê yekê jî kir ku hemû wêjevan û nivîskarên Kurd li hemû Kurdistanê bo bas kirin û lêkolîna li ser her devokek Kurdî dikarin pişikdariyê li vê simînarê de bikin.

\"12491.jpg\"
navbirî got: Çen kesayetiyê akadêmî wek Ehemd Mihemedzade pispor û ziman’nas pişkdariyê div ê simînarê de dikin.

Elî Paksêrêşt daxwaz ji hemû lêkolerên Kurd kir ku bo pitir lêkdana rewşa niha ya zimanê Kurdî li Îranê de, pişikdariyê div ê simînarê de bikin û bi hizrên xwe simînarê zengîn biken.

Simînara han roja Înê berwar 17’ê Gulana 2013’an li demjimêr 4 bo 6’ê êvarî li meydana komarî li Kolana “Urmiya Rojhilat”li bajarê Tehranê birêve dice.