Nivîskarê Kurd yê Xorasanî pirtûkek din çap û bilav kir
15:58 - 5 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Yehya Elewîferd Nivîskar û Rojnamenivîsê Kurd yê Xorasanê pirtûkek nû taybet bi zarokan amade kir.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Kitêba Bajarê Miriyan li nivîsîn û amadekirina Yehya Elewîferd amadeyî çap û bilav kirinê ye û a niha di dibn çapê deye.
Kitêba Bajarê Mirîyan bi zaravê Kurmancî hatiye nivîsandin û berhema çend sal ji xebata Elweîferd, nivîskarê Kurdê Xorasanê ye.
Pirtûka han taybet bi zarokên 5 heya 10 saliye û wêneyên nav pirtûkê ji aliyê “Îlgar Rehîmî “hatine amade kirin.
Nivîskarê Kurd berê dabû zanîn ku seva naberaberî û bêdadiyê ji aliyê lêjneya daweran ji nirxandina berhemên wêjeyî de, edî pişikdarî festîvala kitêba salê li Îranê de nake.
Yehya Elewî Ferd (1973, Bocnûrd Xorasana Bakur) yek ji helbestvan , rojnameger û nivîskarên kurdên kurmanc ê li Îranê ye. Di sala 1973\'ê de, li gundê Baxçiq a ku li ser Bocnûrd li parêzgeha Xorasana Bakurê li Îranê ji dayîk bûye. Ew heta klasa pêncemîn li dibistana gund dixwîne, dû re xwendina xwe li dibistana gundê cîran didomîne, ku gundê Îraniyan bû. Di sala 2009\'an de fakûlteya wêje û zimanê farsî ya Înstîtûta Qomê ya pêdagogiyê temam dike.
Ev 20 sal in helbestên zarokan bi zimanê farisî û kurmancî dinivîsîne. Wî bêhtirî 10 xelatên helbestan li Îranê hilgirtiye. Ew niha li bajarê Qomê jiyan dike. Heta nika bêhtirî deh pirtûkên wî li Îranê , Îngilistanê , Iraqê û Tacîkistanê hatine çapkirin.