Niha temenê bikarînerên maddên hişber li Îranê de gihaye temenê 25 heya 29 sasliyê

23:04 - 13 Gulan 2012
Kurdpa: Berpirsyarekî hikumeta Îranê ragehand ku amarek rast û durut derheq rêjeya mo’tadan (bengdaran) li Îranê de li ber dest de nine, lê navinciya temenê bikarînerên madên hişber li navbera 25 heya 29 saliyê ye.

Mihemed Sadiq Fethulahî berpirsyarê nawenda sitada xebata bi dijî madên hişber ragehand ku li gorî wan lêkolînên ku hatine kirin, %99 ji wan kesên bengdar pêştir cigarekêş bûne.

Li gorî serjimêriyeke NY li derheq rewşa madên hişber li Îranê zêdetir ji %70 ji kesên ku nesaxiya Îdzê hene, pêştir madên hişber bikar anîne.