Nexweşxaneyeke Şîrazê, keça 12 salî ya Efxanî çareser nekir

21:43 - 20 Tebax 2016
Ajansa Kurdpa: Letîfe Rehmanî keça 12 salî ya Efxanî ku di nexweşxaneya Nemazî ya Şîrazî de hatibû razandin, bi sedema “qedexebûna karê pêwendkirinê bo hevwelatiyên ku bi awayê neyasayî hatine Îranê”, jiyana xwe ji dest da.

Li gora nûçegihaniyan, Keça 12 salî ya Efxanî ku nexweşiya cerg hebû, û dibe bi karê “pêwendkirin”ê, navbirî nexweşiya wê hatina çareserkirin, lê pizişkên nexweşxaneya Nemazî li Şîrazê bi vî ragehandin, ku Letîfe û malbata wê, bi awayê neyasayî hatine Îranê, lewra ew nikarin ku karê “pêwenda cerg” jê re encam bidin.

Bavê Letîfê di vê derheqê de got: “Nêzî du heftiyan e, ku keça min di nexweşxaneyê de hatiye razandin, lê ez îro şahidê mirina wê bûm”.

Wî herwisa got: “Keça min bi piyên xwe hate nexweşxanê, lê niha heta termê wê jî radest nakin, û dibêjin ku dibe 17 milyon Tûmenî bixî nav hesaba nexweşxanê, da ku em termê keça te radest bikin”.