Nefta Îranê heya 500 hezar bermîlan kêm kiriye.

13:26 - 12 Nîsan 2012
kurdpa :Nawenda zanyariya etomiya Amerîka ragehandiye ku piştî dabezîna astê sermayedanîna biyanî li beşa wizeya Îranê berhemanîna nefta wî welatî 500 hezar bermîl kêm kiriye.

Wê navendê herweha ragehandiye ku li gorî vê ku gellek welatan kirîna neftê ji Îranê kêm kirine, egera vê heye heta dawiya sala 2012 pênhezar bermîlên din ji berhemanîna nefta wî welatî rû li kêmiyê kiriye.

Ji aliyek din ve welatê Japonê dixwaze kirîna nefta xwe ji Îranê bigehîna asta herî kêm.

Her di vê derheqê de Biljîk, Komara Çik, Feranse, Alman, Îtalya, Japon, Holend, Lehistan, Birîtanya, Malizî, Turkiye, Afrîqaya Başûr, Sirîlanka, û Yonan ji wan welatan in ku kirrîna neftê ji Îranê kêm kirin.