Nebûna pere tîpa fûtsal a jinên Îranê, bo lîstika Gowatmalayê bêpar kir

14:03 - 9 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Nebûne perê pêdivî, bû sedema neçûna tîpa fûtsal a jinên Îranê bo lîstikên gowatmalayê.

Li gor nûçeya Ajansa Kurdpa, tîpa fûtsal a jinên Îranê ku heya niha pileya yekem bi dest ve anîbû, j çûyîn bo lîstika cîhanî ya fûtsala jinan di welatê Gowatmalayê de bêpar bûn.

Rojnameya han nivîsandibû ku sefera lîstikvanên keç ên tîpa fûtsal, zêdetir ji yek milyon têçû (xrec) hebû.

Tîpa fûtsal a jinên Îranê di Rezbera îsal de karî serketinê bi ser Japon de bi dest bîne. Bo cara yeke di dîroka xwe de pileya yekem a cama welatên Asiyayî ku di Maliziyê de bi rê ve çû, bi dest ve anîbû.

Lîstikên cîhanî ên fûtsala jinan di rojên 3-8’ê Semawez dê li welatê Gowatmala de wê bi rê ve here.