Nawendên Ewlekariyê gefan ji Malbatên Kolberên kuştî dikin

12:39 - 12 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Malbatên 3’ê kuştiyên xelkê herêma Mihabadê rû bi rûyê gef û êrşên nawendên ewlekariyên Komara Îslamiya Îranê bûne.

Roja Çarşem berwar 6’ê Şibata 2013’an hejmarek ji Kolberên Kurd kevtine ber êrişa hêzên Întizamî ên Komara Îslamiya Îranê û 4’ kes bi navên “Husên Rostem Nejad”temen 16’sal û kurê Mihemed,”Huşyar Rostem Nejad” temen 20’sal û kurê Mihemed, “Rizgar”kurê Kemal Ketanî li herêma “Xêle Reşa” û li cihekê bi navê “Şehabedîn”a Banê tên girtin û bi dest û pêyên girêdayî li çiyayê “Sûr Kêv”dihavêjin xwarê û li encam de 3’kes ji wan canê xwe ji dest didin.

Mihemed Çawşîn babe 2’kes li kuştiyan bi navên “Husên û Huşyar Rostem Nejad”di hevpêvînekê de tewî ajansa nûçegihaniya kurdpa ev yek piştrast kir û li dana zaniyariyên pitir xwe parast.

Li heman demê de birayek din ê wan du Kolberan serbarî xembariya xwe li hember ev boyera mirovî de, ragehand:ku nikare çi qisedanekê bike.

Kesek nêzîk ji malabat kuştiyan ku nexwest navê wî bihê eşkere kirin ragehand hêzên ewlekariyê li bajarê Mihabadê malabta kuştiyan gazî kirine û bi wan ragehandine ku nabe çi lêdwanekê jibo kanalên ragehandin û medya azad bidin.

Çavkaniyê basê vê yekê jî kir ku roja 10’ê Şbiatê termê wan kuştiyan li serdxaneya bajarê Banê hatiye wergirtin û şevê bi axê hatiye teslîm kirin.