Mustafa Kemal operasyonên li dij Dêrsimê bi rê ve bir

17:30 - 16 Tebax 2012
Bayrak: Mustafa Kemal bi xwe hemû operasyonên li dij Dêrsimê bi rê ve bir !

Dîrokzanê Kurd Mehmet Bayrak beriya 30 salan dest bi lêkolînên li ser Dêrsimê kiriye. Di van salan de wî bi dehan belgeyên veşartî derxistine holê û di çendîn pirtûkên xwe de jî hinek beş ji van belgeyan weşandine.

Bayrak dide zanîn ku bûyerên ku li Dêrsimê pêkhatine û di destpêka salên 1930yî de hatine pilankirin û bi raporên Îsmet Înonu û Celal Bayar çarçoveya wan hatiye diyar kirin û di salên 1937-38ê de tişta ku hatiye pêkanîn rasterast komkujî ye. Bayrak lêborîna Erdogan girîng dibîne lê dibêje, \"Mirov nikare bêje ku dewlet bi paşeroja xwe re rûbirû tê\". Bayrak herwiha got ku Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu beriya 24 salan çendîn belgeyan jê xwestine, lê neweşandine.

Rûdaw: Em ji paş ve destpê bikin. Serokwezîrê Tirkiyeyê hefta borî ji bo bûyerên Dêrsimê yên salên 1937-38 li ser navê dewletê lêborîn xwest. Gelo hûn vê helwesta Erdogan dilsoz dibînin?

Mehmet Bayrak: Tişta herî girîng di axaftina Erdogan de ew bû ku bûyerê wek komkujî binav kir û pirtûka Necîp Fazil Kisakurek jî weke çavkanî nîşan da. Cara yekem e ku rayedarê dewleta Tirk li derveyî îdeolojiya fermî wiha diaxive û lêborîn dixwaze, lewma ev vê helwestê girîng dibînim.

Gelo mirov dikare bêje dewlet bi paşeroja xwe re rûbirû tê?

Mehmet Bayrak: Ji bo mirov karibe wê yekê bêje, divê mirov pir optîmîst be, lê ez ne di wê baweriyê de me ku dewlet paseroja xwe ronî bike û vê helwestê ji bo hem1u bûyerên trajîk nîşan bide.

Baş e, Erdogan bo çi axaftinek wiha kir?

Mehmet Bayrak: Beriya hertiştî Erdogan xwest ku ji bûyerek dîroki bo siyaseta rojane sûd werbigre, bi vê pêngavê dixwaze ku CHPê û serdema wê ya yekpartî rexne bike û lawaz bike. Weke tê zanîn CHPê îsal Dêrsimê du parlemen derxistin û ligel hemû siyaseta înkarê û ya komkijiyê hê jî ev partî li Dêrsimê xwedî hêz e. Lê Erdogan bi vê pêngavê pêvajoya lawazbûna CHPê ya li Dêrsimê vekir.
CHP jî xuyaye ketiye rewşeke xirab û nikare siyasetek balkêş bimeşîne.

Mehmet Bayrak: Belê, CHP û serokê wê yê Dêrsimî Kiliçdaroglu li şûna ku bûyerên Dêrsimê ronî bikin û lêborînê bixwazin, gotinên çewt û trajî komîk dikin ku dibêjin haya Mustafa Kemal ji bûyerên Dêrsimê tunebû, tiliya Celal Bayar tê de tune bû û hwd. Bi min re belge hene ku hem beriya komkujiyê û hem jî piştî komkujiyê telgrafên ku Mustafa Kemal ji serokwezîrê wê demê Celal Bayar re şandine, herwiha telgraf û raporên ku Bayar ji M.Kemal re şandine. Mustafa Kemal di telgrafekî de Celal Bayar û artêşê ji ber serkeftina tevgera Dêrsimê pîroz dike.

Wekî din çi hene di van belgeyan de?

Mehmet Bayrak: Di belgeyan de Rapora Dêrsimê heye ku di salên 1934-35ê de ji aliyê Fermandariya Jandarmayê ve hatiye amadekirin. Di vir de behsa hemû eşîretên Dêrsimê yek bi yek tê kirin û tê destnîşan kirin ka kîja eşîret bê tunekirin û kîja eşîret piştî komkujiyê bo rojava bê sirgûnkirin. Min ev belge dane Kemal Kiliçdaroglu.

Kengê we belge dane wî?

Mehmet Bayrak: Kiliçdaroglu di sala 1987ê de li Enqerê hate cem min û got ku ez derbarê bûyera Dêrsimê de lêkolînek dikim. Min jî van belgeyan dane wî ku hemû di arşîvên dewletê de veşartî ne û heta niha nehatine weşandin. Kiliçdaroglu piştî ku van belgeyan ji min standin çû bi Îhsan Sabrî Çaglayangîl re hevpeyvînek çêkir. Lê ne vê hevpeyvînê wesand û ne jî belgeyên ku min danê. Piştî du salan, di 1989ê de Çaglayangîl ji bîranînên xwe pirtûkek weşand û tê de behsa awayê kuştina Dêrsimiyan di sikeftan, gundan û devê Çemê Mûnzurê de û herwiha behsa darvekirina Seyîd Riza kir.
Di wan salan de li Dêrsimê çi qewimî? Sedem çi bû û encam çi derket?

Mehmet Bayrak: Dêrsim bi nasnameya xwe ya Kizilbaş û Kurd ti carî nekete bin perê Osmaniyan û hertim vê taybetmendiya xwe parast, lewma hertim weke herêmeke nîv azad bû û parêzgehek pir mezin bû ku ji ya îro firehtir bû. Piştî ku li seranserê Kurdistanê hemû serhildan, tevger û hêz hatin binpêkirin, komara nû ya kemalîst berê xwe da Dêrsimê û di çapemeniyê de Dêrsim weke serê mar dihat binavkirin û digotin, \"Divê ev herêm bibe medenî\". Beriya komkujiyê hemû çekên gel hatin civandin. Ji bo kumkujiya Dêrsimê sê beşên artêşê û tumenên siwarî hatin bikaranîn û di dawî de derdora 13 hezar û 160 kes hatin kuştin, 11 hezar û 818 kes jî hatin sirgûnkirin û hejmareke mezin ya keç û kurên sêwî bo malbatên tirk hatin dayîn. Necip Fazil Kisakurek jî dibêje ku derdora 50 hezar kes li Dêrsimê hatin kuştin û Erdogan ji pirtûka wî hinek paragraf xwendin.

Derbarê navên rayedaran de agahiyên nakok hene. Gelo kê ev komkujî pilan kirin, kê pêkanîn? Mînak tê gotin ku wê demê Mustafa Kemal nexweş bû û fermana komkujiyê Celal Bayar daye...

Mehmet Bayrak: Divê ez vê yekê zelal bikim ku Mustafa Kemal ji serî heta dawî ji komkujiya Dêrsimê agahdar bû û bixwe li ser nexşerê tevgera leşkerî pilan kiriye ku ev nexşerê û krokî niha li Muzexaneya Trabzonê tên parastin. Ji amadekirina Tunceli Kanunu (Qanûna Dêrsimê, 1935) bigirin heta hemû telgrafên rojane Mustafa Kemal hemû operasyonan birêvebiriye. Wî bixwe çek dane Sabiha Gokçenê û birêkiriye ku bi firokeyê bombeyan birijîne ser Dêrsimê; piştî pêngave yekemîn bi dawî dibe ligel komeke leşkerên payebilind M.Kemal bi mebesta vekirina pireya Singeçê diçe Dêrsimê çavdêriya operasyonê dike. Di nava wê komê İnonu û Serfermandarê wê demê Mareşal Fevzi Çakmak jî hene; herwiha Serokwezîr Celal Bayar, Sabiha Gokçen, waliyên herêmê, Wezirê Karênhundir Şukru Kaya, Wezîrê Îskanê Alî Çetînkaya, General Abdullah Alpdogan, Mufetîşê Taybet Abidin Ozmen û İhsan Sabrî Çaglayangîl...

Em dîsa werin dema dawî, ji bo mirov bi dilsoziya Erdogan bawer bike, divê ew çi bike?

Mehmet Bayrak: Eger Erdogan bo ronîkirina bûyerên Dêrsimê dilsoz be, divê di serî de arşîva artêşê û hemû arşîvên dewletê ji bo lêkolîner û rojnamevanan veke. Divê lêborîn di gotinê de nemîne, ji bo rûbirûbûnê çi pêwîst be bê kirin û heman helwest ji bo hemû komkujî û bûyerên tarî bên kirin.

Jêder: Kurdistan-news