Misbah ê Yazdî kesên bê ol bi heyvan binav kir

13:02 - 14 Şibat 2013
Ajansa kurdpa: Kesatia berçav ji naw desthilata dewleta islamiya Îranê, kesên cidabîr û layîk bi heyvan hesiband.

“Mihemed Teqî Misbah ê Yezdî” li kombûna berpisên “eqîdetî- siyasî” a hêzên milîtarî yên dewleta islamiya Îranê ragihandiye ku paşî 34 sal ji serketina şorişa islamî heya niha hizra “Omanîsm” ji naw nûserên Îranî de maye û li nivîsên wan de tên ber çav.

Nûçegihaniya “Fars” li nûçeyek da par wekirye ku Misbah ê Yezdî berpirsê rêxirava “ perwerde û lêkolîna ayetula Xumêynî” bas ji wê hindê ji kiriye ku mirov bê ol nabe û heger hebe tew heyvan çi ciyawaziyek nine û car jê nizim tire.

Hev dem ragihandiye jî ku gere hemû senter û rêxirav, bin çetra ol de bin , ber wê hindê ku civaka olî û ayînî pêwîstî bi ekonomî, polîtîk û zanista islamî heye.

Nav birî li doma gotinên xwe de şorişa gelên Îranê bi “neimetek Xudayî û bê hewta” bo xelkê Îran û Elî Xamineyî bi rêberê bê bedîl ê cihana islamê mehtand û ragihandiye bi wê pêgeh a niştiman perwerî û xwe gorî kirin bo xak û av çi mabnayek nine, çumku hemû cihan xwedî van neimetaneyin.

Her wisa maweyek pêş niha mela Qadir Qadirî imam cum’ê şarê Pawe û nûnerê welî yê feqîh li vî şarî, hereşe bi çalakên çandî yên vî şarî kiri bû û ragihandibû ku pêwîste çalakiyên wan girê din û bên dagayî kirin.