Mirina kirêkarik kan li kana zêr a Tekab

22:02 - 13 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa: kirêkarik Kurd yê kana zêr ya “ Axdere”a Tekab bi hegera xemsariya xwedî kar û xirab bûna riştên karkirinê yê vê kanê canê xwe ji dest da.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja duşem, 21ê Gelawêj li sedem wergerandina maşîna barhilgir, yekik ji kirêkarên Kurd yê kana zêr a Axdera Tekabê bi navê Mewlûd Şoaî kurê Ehmed canê xwe ji dest da.

Serekaniyik agadar bi ajansa Kurdpa ragihand: ew kirêkare Kurde xelkê gundê “ Ehmed avaya jêrî” ser bi şarê Tekab bû ku bi hegera xirabûna maşîna barhilgira kana zêrê Axderê ya vî şarî, tûşî wergeran bûye û canê xwe ji desta daye.

Xirabiya wesila û mşînên kana zêrê Axdere li demik deye ku ew kana bi mezintirîn kana berv kirina zêr tînin hisêb û li sal 4,000 Kg zêrê 24 eyar jê berev dikin.

He niha 600 kirêkar li kana Axdera şarê Tekabê de dixebitin û li rewşik ku li sal de behra wê kanê ji 140, 000,000,000 tûmen zêdetire, kirêkarên vê kanê ji kum, sol û maskên kirêkarî bêparin û li pişka “ Sûla Siyanor”a vê kanê de bi hegera gaza siyanorê bi dom tehlûka jehrî bûna wan heye.

Ser vê hindê de li sala 1388, çendîn kes ji kirêkarên vê kanê li sedem gaza siyanor jehrî bûn û li sedem de kesik ji wan bi navê “ Seccad Qenberî” li temenê 28 salî canê xwe ji dest da.

Bi gotina yekik ji kirêkarên vê kanê, kirêkar bi dom ser hindê nerizatiya xwe şanî dane lê ji aliyê dezgeha Behdaşt, parezgar û sipahê çi bersivik pê nedane.

Ew kirêkara ragihand jî : ku zêrê vê kanê bi behana ne êminiya nawçên Kurd rûniştî, li wan herêman nakin bi şimşê zêr , belku gelempera kevirên vê kanê bi şarên Kirman û Isfehanê tên rakirin.

Kana zêrê Axderê, mezintirîn kana Zêr li rojhilata nawîn, li 30 Km ya şarê Tekabê ye, sala 1383 bi fermî xebitiye.