Mes`ûd Nîkxa û Eskender Lutfî bi danîna barimteyê hatin azadkirin

17:02 - 7 Kanûna pêşîn 2022

Roja Duşemî 14`ê Sermawezê, Mes`ûd Nîkxa û Eskender Lutfî ji çalakvanên sinfî yên mamosteyên Merîwanê bi danîna barimteyê ji girtîgeha Tehranê hatin azadkirin.

Ew du çalakvanên sinfî her yek bi danîna barimteya bi qasî 500 milyon Tumenî ji girtîgeha Tehranê hatin azadkirin.

Mes`ûd Nîkxa û Eskender Lutfî, roja Yekşemî 17`ê Rezberê bo girtîgeha Êvînê hatibûn veguhastin û piştire wir jî bo girtîgeha Tehrana mezin hatibûn veguhastin.

Herwisa ev her du çalakvanên sinfî roja Şemî 16`ê Rezberê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binîçavkirin.

Roja Çarşemî 26`ê Rezbera îsal, Eskender Lutfî, Berdevkê Şêwreya Hevahengîkirina Rêkxiravên Sinfî yên Mamosteyên Îran û endamê heyeta Birêveberiya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan û Merîwanê, piştî 108 rojan binçavkirinê, bi awayê demkî û bi danîna barimteya 2 Milyard Tumenî ji girtîgeha Êvînê hat azadkirin.

Herwisa roja Şemî 29`ê Gelawêjê, Mes`ûd Nîkxa endamê heyeta Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan û Merîwanê, piştî 100 rojan binçavkirinê, bi awayê demkî û bi danîna barimteya 2 milyard Tumenî ji girtîgeha Êvînê hat azadkirin.