Mamostayên olî jî li dijî destêwerdanên Rûsiyê di Sûriyê de sekinîn

20:16 - 13 Çirriya pêşîn 2015
Ajansa nûçegehaniya Kurdpa: parek ji mamostayên Sune meseb ên Îranê, dijatiya xwe li hemberî êrîşên esmanî ên Rûsiyayê li dijî Sûriyê nîşan dan.

Ligorî nûçeya gehiştî destê Kurdpa yê, piştî ku wan mamostayan dijatiya xwe li dijî êrîşên esmanî ên Rûsiyayê nîşan dan, ji aliyê beşek ji dezgehên ragehandinî ên ser bi rejîma Îranê ve, ketine ber lome û tan û teşeran.

Mamostayên olî herweha eşkere kirin ku piştî nişandana helwêsta xwe li hemberî êrîşên Rûsiyayê, ketine bi giwaşa hêzên ewlehî ên rejîmê.

Mewlewî Mihemedhusên Gorgîc ê pêşnimêjê Sune mesebên parêzgeha Gulistanê ragehand ku, tu peywendiyên me tevî wan girûpên binajûxwaz nine ku, bi navî Îslamê ve misulmanan jinav diben, lê îro em dibînin ku Rûsiya bi hinceta xebata li dijî terorê, welatê Sûriyê bombebaran dike û, di vê navberê de tenê xelkê bê tawan dibe gorî û tenanet renge yek bombe jî li binajûxwaz nehatibe xistin.

Ji aliyeke din ve Mewlewî Ebdilhemîd kesatiyê naskirî ê Sune di Îranê de, di vê derbarê de ragehand ku, hindek aliyên xwedî hêz dixwazin ku ji rêya êrîşên esmanî ve li hemberî teror û tundrewan bisekinin, lewra ez dibêjim ku eva şaşitiyek mezin e ku cîhan careke din dixwaze ducarî bike, jiber ku bi êrîşên esmanî tenê jin û zarok û xwedî temen canê xwe jidest didin û jiyana xelkê jinav diçe.

Malpera Sune online roja 17’ê Rezbera îsal ji zimanê pêşnimêjê bajarê Zahidanê ve ragehand ku, take rêya rizgarî û derbazbûna welatên Îslamî ji rewş û kirîza niha, danûstan û gotûbêja di navbera bijarde û karbidestên wan welata ne, bi bê liberçavgirtina arîşe û cudahiya bîrûboçûnan.

Eva di demekê de ye ku dijatiya Syne meseban di Îranê de tevî erîşên esmanî ên Rûsiyayê, dijkiryar û kerb û kîna hinek ji ragehandinên ser bi bala usûlgera û tundrewên Îranê bi dû xwe re anî. Malperên weke “Zahidan Pres” û Esrê Hamûn” ji parêzgehên Sistan û Belûçistanê rexneyên tund ji helwêsta Ebdulhemîd girtin û bi dijatiya siyasetên fermî ên welat li dan zanîn.