Malbateke Kurd li Ermenîstanê di rewşeke xirab de jîyanê dikin

14:03 - 17 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: 10 Endamên malbatek Kurd li wilatê Ermenîstanê di xanîyeke hesin a yekodeyekê de jiyanê dikin û di rewşek xirab de jiyanê dibene ser.

Malbata Kurd ku li wî xanî de jiyanê dikin dibêjin xanî yê wan nine û mêrên malê bêkarin û zarok jî naçin mektebê.

\"11152.jpg\"
Rewşa malbatê û derfetên wan têra çûyîna mektebê nake. Sê zarokên wan nexweş in, lê pere ji bo dermankirinê tune ne. Ji dewletê bi meh 34 000 dram (nake 100 dolar jî) distînin û îdara xwe bi van pereyan dikin. Tev jî kurê wan î 11 salî qutiyên hesin û şûşeyan kom dike, dibe teslîm dike.

Zarokê 11 salî dibêje di jiyana xwe de tenê carekê çûye mektebê, ew jî hevalên wî bi kinc û solên wî keniyane. Piştre êdî neçûye. Hevalên wî jî tunene. Dema xwe gişk li ser peydakirina hesin û şûşeyan derbas dike.
Dê û bavên vê malbatê kûçeyan paqij dikin, lê niha ew kar jî tune.

Li Ermenîstanê kampanyayeke Ermeniyan jibo wan bangî alîkariyê kir.