“Luqman Efzelî” bi gorîna zorî ya cihê xizmeta xwe hat cezadan

18:35 - 4 Tebax 2022

“Luqman Efzelî”, endamê Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan- Sine, ji aliyê hey`eta pêregihîştin bi serpêçiyên îdareyên fermanber ên parêzgeha Sineyê, bi du sal gorîna cihê karê xwe bi awayek zorî bo parêzgeha “Erdebêlê” hat cezadan.

Li gor rapora “Hêrana” Luqman Efzelî li ser biryara hey`eta pêregihîştin bi serpêçiyên îdareyên fermanber ên parêzgeha Sineyê, bi tohmeta “bêrêzî û îhanet bi erkanên komara Îslamî”, “Çêkirin û şandina hinek nîşana li jêr navê stemkarî di Komara Îslamî de” û “têkdana bîr û raya giştî ji rêya belavkirina nivîsînan li ser torên civakî” bi du sal gorîna cihê karê xwe bi awayek zorî bo bajarê “Erdebêlê” hat cezadan.

Roja Pêncşemî 12`ê Reşema sala 1400`an a Rojî, ew çalakvanê sinfî li gor banghêştnameyekê ji aliyê hey`eta pêregihîştin bi serpêçiyên îdareya fermanber ên parêzgeha Sineyê, hatibû gazîkirin.