Li Welatê Norwêjê Xwenîşandanek jibo piştîvanî ji Girtiyên siyasî,Kolber û Kasibkarên Kurd birêve çû

13:26 - 5 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Jibo berevanî ji girtiyên siyasî, Kolber û Kasibkarên Kurd xwenîşandanek li welatê Norwêjê birêve çû.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Roja Înê berwar 30’ê Gulana 2013’an ji aliyê Kurdên her 4 parên kurdistanê û parek ji Îraniyan, xwenîşandanek li bajarê Usloya payêtexta welatê Norwêjê birêve çû.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa,Roja Înê berwar 30’ê Gulanê xwenîşandan li berdem Parlmantoya Norwêjî dest pêkir ku di vê xwenîşandanê de Aksil Hagin endamê Parlmantoya Norwêjê û endamê girûpa karê Kurdan li parlmantoya Norwêjê û nasînerê Kebudwend jibo wergirtina xelata aştiya Nobêlê bo salên 2011’an û 2013’an peyamek pêşkeş kir.

Endamê Parlmantoya Norwêjê got: Me seva vê yekê tevî Exter Çuhdêr ê serokê Parlmantoya Norwêjê Mihemed Sidîq Kebudwend bo Wergirtina xelata aştiya Nobêl bo sala 2013’an berbijêr kir ku rêyek bo gihîştina dengê girtiyên siyasî û sivîl yên kurd bi cîhanê peyda bibe.

Piştre Peyama hêz û rêkxistinên Kurdistanê bi zimanên Kurdî û Norwêjî hate xwendin.
\"13108.jpg\"

\"13114.jpg\"

\"13109.jpg\"

\"13110.jpg\"

\"13113.jpg\"

\"13111.jpg\"

\"13107.jpg\"