Li Tehranê semînareke hiqûqî liser xwendevanên Şînavê birê ve çû

22:16 - 23 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Peymangeha Maf û Zanistên Siyasî ya ser bi zanîngeha Elamê Tebatebayî a Tehrana Paytext, mêvandariya hejmarek hiqûqnas û parêzerên Kurd kir û aliyên yasayî yên bûyerên dibistana Şînavê nîqaş kirin.

Di wê semînarê de endamên licneya zanistên zanîngeha Azada Îslamî ya Tehrana navenda Îranê, endamên licneya zanistên zanîngeha Tebatebayî, herwiha parêzerên xwendevanan û hejmarek ji xwendevanên bûnî qurbaniyê bûyera Şînaveya pîranşehrê beşdar bûn.

Husên Ehmedîniyaz-Parêzerê dibistan Şînavê li semînarê de qala vê yekê kir: Pêwîste serokomar bi piştgirya xala 127 a yasaya bingehîn a Îranê, karesata dibistana gundê navborî bişopîne ku li wir zêdeyî 30 xwendevanî bibûn qurbanî.

Li ser vê pirsê nûçegihaniya “Îsna” ji zarê Ehmedîniyaz belav kiriye: Her gor vê xala yasaya bingehîn a Îranê, divê kesên xemsar li ser bûyera Şînavê bên ceza kirin.

Husên Ehmedîniyaz parîzerê dibistana Şînave li Pîranşhra rojhilatê Kurdistanê

Wî parîzerî amaje bi vê yekê jî kir:Ji wan qurbaniyên Şînavê du kes ser û çavên wan şewtîn e û berdewamiya jiyanê bi wan re gellek dijwar bûye ku hewce dike karbidestên hikûmî li ser vê persê xem sar nebin; (wan ji tedaviyên bijîşkî û dana diye (xisara şewatê) bê par nehêl in.)

Di wê semînarê de du mafnas ên binavên Îsa Emînî û Sêyîd Qasim Zemanî jî gotinên xwe pêşkêş kirin.

Wan du hiqûqnasan îşare bi vê yekê kiribûn ku pêwîstbû xwendevanên Şînavê bi berçav girtina yasaya Cezayê Îslamî ya sala 2013`an (1392`an a Rojî) qerebû bana û pirsgirêkên wan hatibana çareser kirin.

Sala 2011-2012`an, 37 keçên dibistana serekî ya gundê Şînave yê ser bi Pîranşhr a rojhilatê Kurdistanê, bi sdema teqîna sobeya petrol (neft) ê tûşî bûyera agir bibûn û du kesan jî jiyana xwe ji dest dabûn.