Li Qumê de Uranyoma mehandî ya %27 hatiye dîtin

15:17 - 27 Gulan 2012
Kurdpa: Ajansa navdewletî ya enirjiya navikî ragehand ku lêgerên Ajansê li binkeya mehandina Uranyomê li Fêrdo li Qumê de uranyoma mehandî ya %27 dîtine.

Li gorî vê raporê ku niha di destê Şêvra Hokam û hinek ji nûçegehaniyan de ye,Îranê li bersiva bi vê mijarê de ragehandiye ku pirsek teknîkî bûye sedema zêdebûna mehandina Uranyomê.

Ajansa navdewletiya Têhna Navikî ragehandiye ku ew li ser vê mijarê lêkolînan dikin û daxwaza bersivên mentiqî ji Îranê dikin.

Îran niha li binkeya jêrerdî ya Fêedo ya Qumê de li jêr çavdêriya Ajansê de Uranyoma %20 dimehîne.