Li Parîs a paytexta Wilatê Firansayê,3’ê Siyasetmedarên Kurd hatin Teror kirin

14:38 - 11 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: li bajarê Parîs a Firansayê Sê jinên Siyasetmedar ên Kurd hatin terror kirin.

Li gor zanîyariyên ku hatine bilav kirin, çend kesên nenas çûne ser nivîsgeha ragihandina Kurdistan li devera “Gare Du Nord” a li Parîsa paytexta Firansa û siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz û nûnerê kongireya neteweyîya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan û jinekî din bi navê Leyla Soylemez kuştin. Polîsên Firansayê dest bi lêkolînan kirine û ragehandine Ku teror bi çekên bê deng hatiye encam dan.Serokê Firansayê Firansova qetilkirina sê jinên Kurd wek hovîtî bi nav kir.

Holland îfade kiriye ku ji wan 3’ê jinên ku hatine kuştin, yek, bi caran dihat bi wan re hevdîtin dikir û ji ber vê wî wa jina naskiriye.