Li Îranê zêdetir ji 7300 kesî bi îdzê canê xwe ji dest dane

23:08 - 16 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Mihemed Hacî Aqacanî berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Îranê dibêje ku di Îranê de 7 hezar û 378 kesî bi vê nexweşiyê canê xwe ji dest dane.

L gora Nûçegihaniya Kar a Îranê “ÎLNA” heya niha 30 hezar û 183 kesên hilgirê vîrosa HIV di Îranê de hatine naskirin.

Li gora gotina navbirî niha 9 hezar û 394 kes ji tûşbûyiyên bi îdzê di bin dermankirinê de ne.

Berpirsyarên Wezareta Tendirustiyê berî niha ragehyandibûn, ku 28 hezar û 633 kes tûşî îdzê bûne, lê tê texmîn kirin ku zêdetir ji 100 hezar kesî di Îranê de nexweşiya îdzê hebin.

Li gora gotina Mihemed Mehdî Gûya serokê nawenda nexweşiyên vegir (wagîrdar) ya ser bi Wezareta Tendirustiyê, zêdetir ji %30 ji tûşbûyiyên bi îdzê ku sala borî hatine naskirin, jin bûne.