Li Îranê 1 milyon û 325 hizar ciwan madeyên hişbir bi kar tînin

16:22 - 11 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Di Îranê de piraniya ciwanên ku diçine zankoyê, fêrî madeyên hişber dibin û her roja ku derbaz dibe rewşa ciwanan li Îranê de xirabtir dibe.

Di Îranê de her ku diçe ciwan bi pirsgirêkên cuda cuda re rûbirû dibin,û ev pirsgirêkene dikarin wan ber bi cigarekêşandin yan bikaranîna madeyên hişbir ve bibin, ku nebûyîna perwerde û pirsgirêkên malbatî jî ji sedemên zêdebûna hejmara mu’itadan di Îranê de ne.
Şêvirmendê berpirsê giştî ê Saziya Xebata li dijî madeyên Hişber ragehnadiye ku 1 milyon û 325 hezar kes di vî welatî de madeyên muxedir bi kar tînin.
Hamid Seramî Şêvirmendê berpirsê giştî ê Saziya Xebata li Dijî Madeyên Hişber herwisa ragehandiye ku di nava bikarhînerên madeyên hişber de, nêzî ji sedî 9.5 jin, û ên din jî mêr in.
Navbirî derheqê pêşgîrtina ji qaçaxa madeyên hişber ragehand ku serbarê vê ku 2 hezar km ji wan sînoran ji aliyê me ve tê çavdêrîkirin, da ku em pêşiya qaçaxçiyan bigrin, lê dîsan jî hejmara mu’itadan zêde dibe.

Hejmara mu’itadan di demekê de, 1 milyon û 325 hezra kes tê ragehandin, ku çavkaniyên serbixwe dibêjin, serjimêriya rast û dirust ya mu’itadan sê hemberî vê hejmarê ye ku rejîma Îranê radigehîne.
Herwisa di demekê de, berpirsyarên rejîma Îranê bas ji hewldanên xwe di warê pêşîgirtina ji qaçaxa madeyên hişber de dikin, ku gellek nawendên serbixwe radigehînin, ku rejîma Îranê bixwe dest di belavkirima madeyên muxedir de heye, bona vê ku bi zêdebûna hejmara mû’itadan di welat de, ew bi hêsanî bikarin bi ser welat de deshilatdariyê bikin.