Li her Şev û Rojekê de 5 kes seva Şewatê dibin Qurabanî

12:51 - 7 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Li heyamê 9 mehên îsal de nêzîk bi 1500 kes li Îranê seva şewitînê canê xwe ji dest dane.

Îdareya Pizişkê Yasayî ê Îranê bilav kir, li destpêka sala rojî heya dawiya meha Çileya Pêşîn 1478 kes seva şewatê canê xwe ji dest dane ku ji amara han 737 kes Jin û 741 kes jî Mêr bûne.
Li gor rapora han mirina wilatiyan Îsal seva şewatê rû li kêmiyê kiriye ku li 1522 kesan jibo 1478 kesan kêm bûye.bi beraword li gel sala bihorî % 2.9 kêmî bi xwe dîtiye.

Di parek din a rpora han de hatiye ku mirina wilatiyan seva şewatê di heyamê 9’mehên bihorî de li parêzgeha Îsfehanê bi mirina 173 kesan(84 Jin û 89 Mêr), Tehran 165 kes(45 Jin û 120 Mêr),Xorasan 135 kes (74 Jin û 61 Mêr), Xozistan 134 kes(70 Jin û 64 Mêr) li rêza yekem heya çarê dene.

Ji aliyek din Parêzgeha” Çar Mehal û Bextiyarî “ bi mirina 2 kesan, Sêmnan bi mirina 4 kesan û Kegîluyê û Buyêr Ehmed bi mirina 5 kesan seva şewatê kêmtirîn rêjeya mirinê tomar kirine.