Li çar mehan de nefta Îranê %9 kêm kiriye

22:51 - 13 Gulan 2012
Kurdpa: Rêkxirawa Opêk li raporekê de ragehand ku nefta Îranê li heyamê çar mehan de %9 kêm kiriye.

Li vê raporê de hatiye ku bi awayek navincî berhemanîna nefta Îranê rojane 134 hezar bermîl kêm kirine. Sedema vê yekê jî vedigere ser wan gemaroyên ku ji aliyê Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ve bi ser Îranê de hatine sepandin.
\"4507.jpg\"
Her di vê raporê de hatiye ku welatê Îraqê rojane bi berhemanîna sê milyon û 25 hezar bermîlan pileya yekemîn li berhemanîna neftê de heye.

Pêştir jî malpera Dw bilav kiribû ku li meha Reşemeya 1390’î derojane 300 hezar bermîl nefta Îranê kêm kiriye ku ew rêje %14 ji nefta hinardeya Îranê pêk tîne.