Li bajarê Sineyê du welatî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

18:21 - 2 Gulan 2021

Roja Şemî 11`ê Banemer, du welatiyên Kurd ên bi navên “Zagros Ebasî”, temen 22 salî û kurê Me`irûf û herwisa “Ehmed Ezîzî”, temen 26 salî û kurê “Eta” û xelkê gundê “Şiyan” ê ser bi bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Ew du welatiyên Kurd bi bê hebûna ti belgeyên yasayî li cihê karê xwe de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Ew du welatiyên Kurd piştî binçavkirin ji aliyê hêzên ewlehî ve, bo ciheke nexuya hatine veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku bi ser wan du welatiyên Kurd de hatine sepandin, ti zaniyaryek ji ber dest nîne.