Lêborîna navnetewî: Dehan kes li Îranê ku temenê wan di bin 18 sal de ye, di benda darvekirinê de ne

20:56 - 26 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Lêborîna navnetewî di raporek nû de ragehand ku dehan kes li Îranê ku temenê wan di bin 18 sal de ye di benda darvekirinê de ne.

Lêborîna navnetewî dibêje: “Di rapora wê dawiyê de binpêkirina mafên nûciwanan ji aliyê berpirsên Îranê ve tê eşkere kirin”.

Lêborîna navnetewî dibêje: “Îran wek wajokerê konvansiyona mafên zarokan nabe bi tu awayekî tawanbarên bin temenê 18 salî darve bike”.

Vê nawenda mafê mirovan ragehandiye ku di navbera salên 2005 heya 2015’an aliyê kên 73 kes ku temenê wan di bin 18 sal de bûne, di Îranê de hatîne darvekirin û li gor rapora rêkxistina NY aliyê kêm 160 tawanbar ku temenê di bin 18 salî de ye di Îranê de di benda darvekirinê de ne.

Di asta cîhanê de,welatê Îranê yekem welat e ku berdewan dirêjiyê bi darvekirina nûciwanên bin 18 sal dide.