Merîwan; Adil Pîrozî piştî ku bo Îdareya ítlaatê hatibû gazîkirin hat binçavkirin
Roja Duşemî 29’ê Xezelwerê, Adil Pîrozî girtiyê siyasî yê berê yê xelkê gundê “Serdoş”a Merîwanê, piştî gazîkirina bo Îdareya Îtilaata vî bajarî hat binçavkirin.
Roja Duşemî 29’ê Xezelwerê, Adil Pîrozî girtiyê siyasî yê berê yê xelkê gundê “Serdoş”a Merîwanê, piştî gazîkirina bo Îdareya Îtilaata vî bajarî hat binçavkirin.
Êvariya roja Yekşemî 28’ê Xezelwerê, kolberê bi navê Qesîm Kerîmî yê xelkê gundê “Firûziyan” a ser bi navçeya Soma ya Biradost a bajarê Urmiyê, bi sedema ketina ji bilindahiyên sînorê vî bajarî, canê xwe ji dest da.
Roja Yekşemî 28’ê Xezelwerê, kolberekî bi navê “Sebahan Mehmûdî” xelkê bajarê Rewanserê bi sebeba hêzên leşkerî yên dewletê li sînorê Newsûdê birîndar bû.
Roja Şemî 27’ê Xezelwerê dubare mamosta Hesen Fethî Xizirlekî pêşnimêjê înê yê gundê “Qazliyan” a Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.
Roja Şemî 27’ê Xezelwerê, Hacer Seîdî, çalakvana kedkarî ya xelkê Sine, ji bo derbazkirina cazayê salekê bo navenda çaksaziya vî bajarî hate şandin.
Di rojên derbasbûyî de cezayê binçavkirina demkî yê çalakvanê medenî û berpirsê tîma futbolê ya Seqizê, Şêrko Hicazî ku li girtîgeha Îtlaata Sine de ye, mehek din hat dirêjkirin.
Keyvan Zendkerîmî welatiyê bajarê Sine ji aliyê taya yekem ya dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi 5 sal heps hat cezakirin.
Roja Pêncşemî 25’ê Xezelwerê, girtiyê siyasî yê Kurd ê bajarê Bokanê Mesûd Darsenc ji bo 10 rojan ji bo murexesiyê hat şandin.
Xebat Dêhdar, xebat Dêhdar û girtiyê siyasî yê berê, ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine ve 12 meh cezayê girtîgehê ya tezîrî lê hat birîn.
3 kolberên bi navên “Hemîdriza Hafizî” xelkê Seqizê, “Selah Kerîmî” xelkê Sine û “Diyako Remezanî” xelkê Seqizê di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê li ser sînorê “Hengejale” ya bajarê Bane birîndar bûn.