Şer bi dawî bû lê birîna Serdeşt û Nûdşeyê hîn dikele
Bi munasibeta 28`emîn salvegera kîmyabarana Serdeşta rojhilatê Kurdistanê, kêmendam û meqdûrên kîmyabarana Nûdşeya ser bi kirmaşanê, peyamek weşand in.
Bi munasibeta 28`emîn salvegera kîmyabarana Serdeşta rojhilatê Kurdistanê, kêmendam û meqdûrên kîmyabarana Nûdşeya ser bi kirmaşanê, peyamek weşand in.
Hêzên leşkerî ên Îranê li Zindeşta ser bi Selmasa rojhilatê Kurdistanê, kasibkarek ku bi rêya veguhestina baran, bazerganiya ser sînor dikir, qetil kir.
Di demekê de ku tenê rojek bi salvegera kîmyabarana Serdeştê re maye, çand ajokarên dûçerxeyan bi armanca guhertina navê Serdeştê bi bajarê sulh û aşîtiyê, dê li Merîwanê ber bi Serdeştê ve birê bikevin.
Bi dehan wekîl û parêzeran di nameyekî de bi muxateb girtina Hesen Rûhanî serkomarê Îranê, daxwaza guhertina navê Serdeştê bi bajarê sulh û aştiyê kirin.
Hunermend û stranbêjê Kurd Şehram Nazirî, xelata baştirîn kilambêjiya Îranê di 11`emîn mehrîcana “Dunyaya wêneyan” de qazanc kir. Ew mehrîcan (cejinvare) li Tehrana paytextê Îranê hat lidarxistin.
Di berdewamiya şewatên ku li rojhilatê Kurdistanê pêk tên, duh beşek berçav ji daristanên Abdanan a Îlamê jî di nava guriya agir de bûn rejî.
Çalakvanekî din ê çandî li Sineya rojhilatê Kudistanê, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve, hat bangkirin.
Bi derbasbûna zêdeyî 75 rojan re, li ser binçavkirina helbestvanekî ereb (ji aliyê hêzên ewlekarî ên Îranê ve), hîna çarenivîsa wî nehatiye zelalkirin.
Hêzên leşkerî ên hikûmeta îslamî ya Îranê, 800 ser pez ên welatiyekî Kurd, li Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê destbiserde girtin û hejmarek jî kuştin.
Kampanya Serdeşt “bi dema Hezîranê” bi armanca bîranîna salvegera kîmyabarana wî bajarî, li ser torên civakî hat lidarxistin.